PolîtîkRojev

Hevserokê HDPê behsa rexneyên di nava partiyê de dike

Di nava HDPê de gotubêjek nû destpêkir, hinek vêca biçekî vekirî rexna dikin û dibêjin divê HDP xwe biguherê. Ji beri niha çend rojekî şeredarê Qersê yê girtîgehê de Ayhan Bilgen cara yekem HDP di hinek derbaran de rexne kir. Piştre jî parlementerê berê yê HDPê Altan Tan hinek rexne li HDPê kirin.

Hevserokê HDPê Mithat Sancar bersiva rexneyên wan dide û derbarê Bilgen de dibêje: Bilgen di rexneyên xwe de derneketîye derveyê huquqa partiyê, lê li gora dîtina rêveberiya partiyê gerek Bilgen dewsa dîtinên xwe rasterast ji medyaya re bibêje diviya di nava partiré de dîtinên xwe bianîna ziman.

Sancar behsa Altan Tan jî kir û got: Tan ji partiye me istifa kiriye û hilbjartinên 2018ê ji partiysek din bûye kandîdatê parlementoya. Em rexneyên wî, wek yên Bilgen şirove nakin.

Wek din Sancar di derbarê tifaqan de jî got ku, ji bo hevdîtinên tifaqa tu mercên me tuneye,lê nabe kesek mercan jî deyin pêşîya me.

Back to top button