
Hevserokê DEMê Bakirhan li Qersê bangî Erdogan kir û daxwaza aşitiyê kir. Bakirhan di axvtina xwe de got: Li welatê te her roj zarokên Kurd û Tirkan jiyana xwe ji dest didin. Cenazeyên ciwanên Kurd û Tirkan tên.
Li şûna ku tu aştiya Ukrayna û Rûsyayê pêk bînî tu çima li gel birayên xwe yên Kurd aştiya xwe ya civakî pêk nayînî û Tirkiyeyê nakî welatê herî bihêz ê cîhanê?”
Di van hilbijartinan de, hinek berpirsên DEMê û hinek kesayetên bi bandor di nava DEMê de banga aşitiyê dikin. Ji hukumeta Erdogan dixwazin cardin pêvajoyeka “aşitî“yê destpêbike.
Lê ewên van banga dikin di gotara xwe de ne dirûstin û ne samimîne. Cardin ji bo hinek berjewendiyên rojane hewl didin bi çarenûsê Kurda bikin babetekî bazarê. Eger berpirs û kesayetên bi bandor di nava DEMê de samimîbin, bila bangî PKKê bikin ji bo ji dev çakan berde. Ji ber ku ev şer heta wek îro ji zererê pêve tiştek nedaye Kurda. Ji îro pêve jî ew şerê ji bo hinek berjewendiyan tê kirin nesekine bila kesek behsa aşitiyê neke. Eger bikin ne duristin.
Ji aliyek din evên bangên aşitiyê dikin, postê an çebe û sifata wan çibe ne cihê biryarêne. Cihê biryarê Qendile û ne kesek din.
Li himber van bangên aşitiyê hinek berpirsên DEMê dibêjin heta faşîzma AKP û MHPê têknebin nasekinin û ev armanca wan a serekeye. Başê gelo dê xelk guh bidin kijan gurubê?
Qendîl nawenda biryaraê ye û wek din herkesek din bi erkeka pîyonî tevdigere.
Erdogan li Diyarbekir vekirî got: Ji bilî teror û rêxistinên siyasî yên alîgirên terorê, deriyê me ji bo her kesî vekirî ye. Siyaset ji bo xizmeta gel e. Em bi her kesê ku xwediyê mejiyê azad, wijdanê azad û exlaqê kamil be rûdinin û bi kesên ku ji emperyalîstan re nebin pûtperest, rûdinin û diaxivin. Em bi her kesê ku hurmeta yekitiya miletê me û jiyana dewleta me digire rûdinin û diaxivin. Em bi her kesê ku dixwazin bi me re di Sedsalê de bimeşin rûdinin û diaxivin. Ger ji bo aramî û xweşiya 85 milyon însanên vî welatî tiştek bê kirin divê demildest ev yek bê kirin. Ev 40 sal in em berdêla terorê didin, 40 salên din jî em nikarin vê yekê tehemûl bikin. Niha dema wê hatiye ku em ne tenê di warê ewlehiyê de, lê di hemû aliyên din de jî welatê xwe bi tevahî ji vî barî rizgar bikin. Ji ber vê yekê em bi her kesê ku hefsarên wî ne di destê kesekî din de ye rûdinin û diaxivin“.
Başe Bakirhan piştî vê daxûyaniya Erdogan gerek bersivek hebşya. Dewsa bersiva Erdogan di derbarê aşitiyê de bide, axvtinên xeyalî dike.

