Hevpeymaniya Navdewletî me sîstema Patriot nebiriye Sûriye
Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da’îş ret dike ku sîstema Patriot li Sûriye cêgîr kiribin, Peyvdarê Hevpeymaniyê jî dibêje: “Zêdetir nûçeyên sexte têne belavkirin”.
Axaftina Myles Caggins Peyvdarê Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da’îş piştî belavbûna wêneyê rojnamevanek li gel çend serbazeke hevpeymanî li çolek de tê dîtin ku ku sîstema dijî mûşekî ya Patriot li pişt ve derdikevê.
Peyvdarê Hevpeymanan li rûpela xwe ya taybetî ya twitterê ragihandiye “Zêdetir nûçeyên sexte têne belavkirin, ev wêne li welateke din hatiye girtin”.
Medya ya nêzîkî Hîzbullaha Lubnanî nûçeyê belavkir û balkişand li ser wê yekê ku Hevpeymaniya Navdewletî sê sîstema dijî mûşekî ya Patriot li parêzgeha Dêrezûr cêgîrkiriye. Her wiha dibêje: “Hevpeymanan kar ji bo çendîn sîstemên dinê li navçeyên dinê Sûriye dikin”.