Polîtîk

Hevkariyek baş navbera Hêzên Pêşmerge û Italî de heye

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê  Kurdistanê,  li bajarê Hewlêrê, digel Vincenzo Amendola cîgirê wezîrê derve yê Îtaliyayê û şandeya pê re civiya û çend pirsên giring û aktuel di rojeva Kurdistan, Îraq û herêmî de gotûbêj kirin.Cîgirê wezîrê derve yê Îtaliyayê mêrxasiya pêşmerge û xelkê Kurdistanê di rûbirûbûna terorê de û pêşwazîkirin û hewandina hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberên destê terorê bilind nirxand. Herwesa behsa hevkarî û hevahengiya navbera pêşmerge û hêzên îtaliyayî ku ji bona parastin û nûjenkirina Bendava Mûsilê li wê derê bi cî bûne û ew bendav dê ji aliyê kompaniyeke îtaliyayî ve bê nûjen kirin.Şandeya mêvan tekîd li ser xurtkirin û berfirehkirina têkeliyên navbera Îtaliya û Herêma Kurdistanê de û berdewamiya hekariyên welatê wan ji bo herêma Kurdistanê di warên cuda de kir.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya alîkairyên berdewamên Îtaliyayê ji bo Herêma Kurdistanê kir, bi tyabetî ku Îtaliya her ji destpêka êrîşên terorîstên DAÎŞê bo ser Herêma Kurdistanê, weke yekem serkirdeyê cîhanê, serokwezîrê Îtaliyayê serdana Herêma Kurdistanê kir û dîngê, di wê demê de, ew serdan piştevaniyeke manewî ya bi hêz bû ji Herêma Kurdistanê re.Serokwezîr ji şandeya mêvan re behsa rewşa Îraqê û têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê kir û diyar kir ku di operasyona azadkirina Mûsilê de hevkarî û hevahengiyeke baş di navbera arteşa Îraqê û pêşmergeyê Kurdistanê de heye, lê çend pirsên din di navbera her du aliyan de hene hêşta nehatine çareser kirin û hikûmeta Herêma Kurdistanê amadeye bi rêya danûstansinan wan hemû pirsgirêkan bi Bexdayê re çareser bike.

Back to top button