Polîtîk

Hevkariya PDK û YNK ber bi kûve diçe

Endamê polîtburoya YNK, Ednan Muftî, diyar kir, hevkariya navbera YNK û PDK tenê bo asayîkirina rewşa Herêma Kurdistanê hatiye îmzekirin, heke rewş asayî bû wê demê dê bi şêwazek din be. Mufti, li bara bûyerên Sûriyê de jî got, divê hurmeta îradeya gelên Sûriyê bê girtin.

Ednan Muftî, ji AKnewsê re got, li hevhatina navbera YNK û PDK, li ber ronahiya sîstema du-îdaretiyê ya Kurdistanê hatiye îmzekirin, ji ber ku diviya birînên şerê birakujî bên dermankirin.

Muftî, diyar kir, herçiqas merc hatine guhertin lê dîsa jî pêwîstiya me bi rêkeftina han heye ji ber ku heta niha jî gelek arîşeyên wê demê nehatine çareserkirin, her wiha divê hemû partî û aliyên Kurdistanê li ser pirsên girîng yekhelwest bin ne tenê YNK û PDK.

Endamê polîtburoya YNK, wiha pêde çû, “Rêkeftina navbera me û PDK, tenê bo hêwirandin û asayîkirina rewşa Kurdistanê hatiye îmzekirin û dema me zanî ku rewş asayî bûye dibe ku rêkeftin şêwazek din bi xwe bigire. Mînak, dibe ku di hilbijartinan de em û PDK bi lîstekî beşdar nebin lê piştî  hilbijartinan dîsa hevpeymanî dê bidome.”

Ednan Muftî, li bara rewşa Sûriyê de jî got, em hurmeta îradeya gelên Sûriyê digirin û piştevaniya wan dikin, bikaranîna çek û tundî li dijî xelkê sivîl ji aliyê rejîma Sûriyê ve nayê qebûlkirin.

Back to top button