Polîtîk
Hêvîdarim bikarê peywendiyên li gel Kurdistanê bihêz bike
Serok Barzanî pîrozbahiyê li Mistefa Kazimî kir
Serok Barzanî li rûpela xwe ya taybetî ya li tora civakiya twitterê, pîrozbahiyê li Mistefa Kazimî kir ku wekî Serok Wezîrê nû yê Iraqê ji aliyê Parlemena Iraqê ve baweriyê wergirt.
Serok Barzanî li beşekê peyama xwe da dibêje: “Ji bo vegerandina aramiya welat, hêviya serkeftinê ji Mistefa Kazimî ya li erkê wî yê nû de dixwazim”.
Li beşekê dinê peyama xwe de dibêje: “Ez hêvîdarim bikarê peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê bihêz bike û kêşeyên helawestî çareser bike”.