Ev nivîsa li jêrê ji aliyê mamosteyê Laz ve, pêşî li rojnameya Liberal Demokratê hatiye weşandin û piştre ciwanekî Kurd bi navê Cuneyd Polat ew nivîs li Facebookê di rûpela xwe de dîsa bi zimanê tirkî weşandiye. Lê mamosteyê Laz navê xwe nedaye. Min jî têkelî bi Cuneyd Polat re danî û nivîsê wergerand kurdî. Fermo de bixwînin û jê sosret negirin!
Mikurhatineke mexof a mamostayekî laz ku li Kurdistanê maye
”Ez bi eslê xwe ji Giresûnê me û min li di salên 1996-99an de li Sêrtê mamostetiya dibistaneke ”yatili” dikir. Ez niha 46 salî me û bi eslê xwe jî Laz im. Niha jî ez bi awayekî bêrawestin li pîşeya xwe didomînim.
Çi dema kiryarên min ên di wan sê salan de tên bîra min, ez dikevim ponijandineke kûr, wijdana min dilerize, carinan ez digirîm û dikevim poşmanîyê. Ez ji ber wan kiryarên ku min kirine, di nêv sezayeke mezin a wijdanê de me. Ez behsa kiryarên ku min di wan sê salan de kirine, dikim:
Şagirdên di dibistana me de, hemû Kurd bûn û ji gundên li dorê hatibûn. Temenê hinek ji wan hêj pir piçûk bû, salê hinekan jî zêde bû û wan dereng dest pê kiribû.
Piraniya wan zarûkên ku li gundê xwe dibistan qedandibûn û hatibûn dest bi xwendina navîn kiribûn, hîç bi tirkî nizanibûn.
Dema me di dersê de pirs ji wan dikir û digot, ”madem hûn bi tirkî nizanin çewa we dibistan qedand” jî, nikaribûn bi trikî bersiva xwe bidana. Dibe ku wan pirsê fêm dikir, lê wan nikaribû bersivê bi lêv bikira.
Ez dema li Zanîngehê bûm, diçûm Wargeha Nijadperestan (Ulku Ocaklari) û ez li pêşberê her tiştî bûm ku welatê min, xelkê min, alaya min û yekîtiya min daxistina.
Zimanê me jî tirkî bû, ji ber hindê yên ku bi zimanê kurdî dipyivîn, di rastiyê de min bêzî ji wan şagirdên ku bi tirkî nizanibûn dikir. Hin caran min di mejiyê xwe de hesabê tunekirina wan jî dikir.
Ji me hatibû xwestin ku em wan (zarûkên Kurd) biheşifînin, ji ber wê yekê çi ji destên me dihat jî, me dikir, lê belê haya wan zarûkan ji vê kiryara me tune bû.
Ji ber axaftina bi kurdî, perdeya guhên gelekan bi şeqamên ku xwaribûn teqiyabû, ezberkirina (hafize) hinekan ji ber lêdana zêde wenda bûbû û dengeya gelek şagirdan rûxiyabû. Rûdanên ku tu car ji hişê min naçin ev bûn.
Çi dema ku ew tişt tên hişê min, ez qehr dibim. Bawer bikin, dema ku ez van rêzan dinivîsim jî, ez digirîm:
Rojekê min ji şagirdekî bihîzt ku bi kurdî got hevalê xwe ”were were” (gel, gel). Ez li ser pêplûkan nêzê wî bûm û min bi hemû biriya xwe şeqamek lê xist, lawik di pêplûkan de werbû û milê wî şikest. Wî lawikî nizanibû jî ku min çima şeqam lê xistiye. Lawik di nava êş û janê de, bi hewar û qîrdan digiriya.
Teqsiya min hebû, min heman teqiyê anî û me lêwik bir nexweşxanê. Di rê de min gotê: ”Divê tu bêjî, ez bi xwe di pêplûkan de tera bûme.” û min zêde zorî jî nedayê.
Ji ber ku wî lawikî jî pir ji min hes dikir, vê gotina min qebûl kir û hinek bi kurdî, hinek bi tirkî gote doktor ”min li ser pêplûkan henek bi hevalê xwe re dikir, ez terabûm.” Ji ber ku wî lawikî zêde ji min hes dikir, wisa gote doktor.
Serşoyeke mezin hebû û şagird li gor polên xwe li wirê xwe dişûştin. Tevan li eynî deverê xwe dişûşt. Hin caran av weke qeşemê sar bû, hin caran germ bû, hin caran jî av bi temamî dihate birrîn û tev di nava kefê de diman. Dema ku şagird derdiketin û xwe ji kefê ziwa dikirin, wijdana min dilerizî.
Lê belê dîsa jî heskirina min a ji welatê min, ji miletê min derdiket pêşiya her tiştî û min digot ”van heq kiriye” ji ber ku em wisa hatibûn perwerdekirin.
Min her roj li komek şagird dixist. Çendî ku min li wan dixist, min ew diheşifandin (asimile) jî, lê wan pir ji min hes dikir. Hin caran şagird dihatin oda min û digotin ”mamoste, em pir ji te hes dikin” û min jî digote wan: ”Eger hûn ji gotina min dernekevin, ez ê jî pir ji we hes bikim.”
Heskirina wan zarûkan ji min, ji ber wê şideka ku min li wan dikir bû. Lê heskirina min ji wan, ji ber ku min tiştekî ji wan dixwest çêdibû.
Niha dema ku ez li wan kiryaran disêwirim, bawer bikin, ez ji mirovatiya xwe fedî dikim. Niha ez êş dibînim, ezabê wijdanê dikişînim û dibêjim Xweda bi kesî nede jiyandin.
Mercên dibistanê heta bêjî xirab bûn. Hin caran xwarin tune bû, hin caran jî kurm, kêzik û tiştên wisa di nava xwarinê de derdiketin. Şagirdê ku behsa wan tiştan dikir jî, lêdan diwar û careke din jî dengê xwe dernedixist.
Hin caran qalorîfer germ nedibûn û şagird di hindur de dibûn wek qeşemê. Mirov jixwe nikaribûn ku di wê sermayê de rakevin, lê mana tê de bixwe jî bêîmkan bû ku li wirê mirov karibin bisekinin. Hêjî ez difikirim ku wan zarûkan çewa karibû di wê sermayê de tebat bikira. Ez bixwe niha jî nikarim ji wê sermayê fêm bikim.
Roja veguhaztina karê min dema ji wê dibistanê derket û min xatir ji wan zarûkan xwest, komek şagird wek ku şînî bin dev bi girînê kirin. Ew berg (sahne) min dehfand ku ez di xwe de mirovatî bibînim. Min ew hawe hîç, heta niha jî jibîr nekiriye.
Bi salan bû ku min bi çavên dijminatiyê li wan şagirdan dinihêrt, min zimanê wan qede dikir û min ew diheşifandin, min zext li wan dikir ku ew hebûna xwe qurbana hebûna min bikin.
Lê gava ez ji wan şagirdan cuda dibûm, ew bi hilqehilq li pey min digiriyan û digotin: ”Mamoste, neçe, ma çi dibe ku tu neçî?”
Lê dema ku min xatir ji wan xwest jî, min ne ji ber heskirina dil, ew hemêz dikirin. Ji ber ku hin hesabên din di mejiyê min de hebûn min ew hemêz dikir.
Dema min teqsiya xwe ajot û çûm, min dît ku gelek ji wan şagirdan bi bez li pey min tên û digirîn, min pê li firênê kir û min ew hemû rik û bêzîtî ji dilê xwe avêtin. Min got ”alaya wa bila ji we re be…, welat jî bila ji we re be…, her tişt jî ….” Ez rawestiyam û min derî vekir, ez bi paş ve bi bez vegeriyam çûm ba wan û min ew hemû dane ber dilê xwe, min xwe li wan lefand û min got: “Ez pir ji we hes dikim, hem jî pir… Hûn tev zarûkên min in û birayên min in. Ez pir ji we hes dikim. Çi dibe, hûn min efû bikin û heqê xwe li min helal bikin. ” Min xwe li gor bejna wan daxist jêrê û bi wan re giriyam.
Ew roj min fêm kir ku mirovatî ji her tiştî bi nirxtir e.
Ew roj min fêm kir ku heskirin, çiqas tiştekî xweş e.
Ew roj min fêm kir ku çiqas bi tahm e ku mirov li rengê kesî, li zimanê kesî û li nijada kesî mêze neke.
Xwezî dîsa kar li wan deveran dabûna min!
Xwezî dîsa fersend dabûna min ku ez çûbûma û min xizmet ji nava dilê xwe bo wan bikira û min zimanê kurdî zaniba û min bi kurdî dersa wan dabûna, min heskirina wan ji ya herdu zarûkên xwe cuda nekirba û ji wan hes kiriba.
Dema ku min xatir ji şagirdên xwe xwestibû, ez pir giriyabûm û niha jî dema ez van rêzan dinivîsim, dîsa ez digirîm.
Ez lêborîn ji wan hemû şagirdên xwe û ji malbatên wan dixwazim.
Ez dizanim ku li dinyaya din wê Xweda hesabê wan zarûkan ji min bipirse.
Çi dibe, heqê xwe li min helal bikin!
Pêdiviya min bi vê yekê heye.
(NAT: Mamoste navê xwe nedaye…LDY)
Zeynelabidin Zinar
Wergera Ji Tirkî: Zeynelabidin Zinar
Mala cenabê te ava wî Mamoste Zeynelabidin Zinar.. Merî carna tevlihev diwî.. Gelo hindik kesan da guhartinên wusa çê dibin.!? Erê, ez hê jî bawenakim ku merîyan wusa da guhartin çê biwin.. Lê, gumane $a$ im..
Destxweş mamosta Z. Zinar !\r\nHizr û dest û qelemê te her xurt bin.\r\nLi sala 1990 li gundekî nêzîk Kişana Tirakiya ez li mamostayekî xelkê wî gundî rast hatim û dema wî zanî ku em kurdin hat û zêde keyfa xwe bi me anî, xuya bû ku wî mamostayî li Dêrsimê kirbû hindek peyvên Zazakî jî hîn bibû.\r\nDema li me dinêrî bi çavekî pir xemgîn li me dinêrî û gelek bi hest bi me re di peyîvî, min di çavên wî de dixwend ku dibêje me: heyfa we kurdan ku ewqas zordarî bi we tê kirin. Hetanî em hatin jî wî mirovî em bernedan, herwekî hest bike ku ew qerdar yan gunehbare beramber kurdan û dixwaze wî qerî rake yan daxwaza lêbûrînê bike.