Polîtîk

Hevdîtinîn serokwezîr berdewamin

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî şandeke Brîtanyayê kir û di wê hevdîtinê de, tekez li ser wê yekê kir ku hevkariyên Brîtanyayê bo Hêzên Pêşmerge gellekî bi mifa bûne û hêvî xwest ku hevkarî û piştgîriya Berîtanyayê bo Kurdistanê bidomin.

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Nûnerê Taybetî yê Serokwezîrê Berîtanyayê bo Karûbarên Asayîşa Kurdistanê genral Samuel Mayall û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de Mayall ragehand ku mebest ji vê serdana han agehdar bûn ji pêşhatên leşkerî û rewşa meydaniya eniyên şer û herwiha pêdiviyên hêzên pêşmerge û bernameya perwerde kirina hêzên pêşmergeye yaku ji aliyê Berîtanyayê ve tê pêşkêşkirin.

Di berdewamiya hevdîtina han de Nêçîrvan Barzanî û Mayall behsa serkeftinên hêzên pêşmerge yên li hember terorîstên DAIŞê bi taybetî li Şengal û derdorê kirin û Mayall ev serkeftinên han bi serkeftinên mezin wesif kir û spasiya hêzên pêşmerge kir û hevxemiya xwe jî bo kesûkarên şehîdan diyar kir.

Mayall herwiha daxwaz ji wezareta pêşmerge kir daku pêdiviyên xwe yên leşkerî bike weke raportekî û radestî aliyên tikildar yên Berîtanyayê bike daku Berîtanya lêkolîn li ser wan bike û hevkariyên zêdetir pêşkêşî pêşmerge bike.

Li hember de jî Serokwezîrê Kurdistanê spasiya hikûmeta Berîtanyayê kir ku hevbeşeke girîne ya hevpeymaniya cîhanî ya li dijî DAIŞê ye û tekez li ser vê yekê kir ku hevkariyên Berîtanyayê bo hêzên pêşmerge gellekî bi mifa bûne û hêvî xwest ku hevkarî û piştgîriya Berîtanyayê bo Kurdistanê bidomin.

 

Nûnerê taybetiyê serok Obama û serokwezîrê Kurdistanê

General John Alen nûnerê taybetiyê serok Obama bo karûbarên hevpeymaniya navdewletiya dijî DAÎŞê û şandeya pê rek u ji Bert Makork cîgirî wî , sefîrê Amerîkayê yê Îraqê û konsulê giştiyê Amerîkayê yê herêma Kurdistanê pêkhatibûn,  ji aliyê Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê  Kurdistanê ve hatin pêşwazî kirin.

Di dîdarekê de, general Alen behsa serdana xwe ya bo odeya operasyonên hevbeş li Hewlêrê kir û kêfxweşiya xwe li hember awayê hevkarî û hevahengiya navbera aliyên peywendîdarên herêma Kurdistanê û welatên hevpeyamniya navdewletî ya dijî DAÎŞê de heye diyar kir ku bi awayekî serkeftî karên xwe birêve dibin û rojane dirbên giran li terorîstan didin.

Wî, serkeftinên pêşmergeyê Kurdistanê û bi taybetî serkeftinên li devera Şingal û derdûra wê bi dest xistine bilind nirxandin û sersaxiyên xwe jî pêşkeşî malbatên şehîdên pêşmerge kir ku bi awayekî mêrxasane bergirî kir û şehîd bûn.  Nûnerê taybetiyê serok Obama tekîd kir ku, ji bona nehêlan û jinavbiriba terorê ku, metirsiyeke cidîye bo ser cîhanê,  ew li ser hevkarî û piştgiriyra pêşmerge berdewam dibin û divê bi awayekî baştir û zêdetir hevkariya pêşmerge bê kirin.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistranê, ji bona wê piştgirî û hevakriya hevpeymaniya navdewletiya dijî DAÎŞê pêşkeşî pêşmergeyê Kurdistanê dikin sipas kir û bi taybetî ji bona encamdana êrîşên asîmanî dijî terorîstên DAÎŞê ku, roeleke mezin di berjewendiya pêşmerge de û guhertina balansê de lîstiye, sipasiya Amerîkayê kir. Barzanî careke din tekîd li ser wê xalê kir ku, pêwîstiya pêşmergeyê Kurdistanê bi çek, cebilxane û meşiq û rahînanê heye.

Têkeliyên navebra Hewlêr û Bexdayê, rêkeftina vê dawiyê navbera hikûmeta Kurdistanê û hikûmeta Îraq federal ku, roleke baş di normalkirina têkeliyên her du aliyan de lîst ûrewşa emnî ya Îraqê çen dmijarên din yên dîdarê bûn.

Serokwezîr û serokê komîteya Xaça Sor ya navdewletî mafê mirovî nirxand

Nêçîrvan Barzanî û serokê komîteya Xaça Sor ya navdewletî

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, pêşwazî li Peter Mawrer serokê komîteya Xaça Sor ya navdewletî û şandeya pê re ku, ji her du serokên komîteyên Bexda û Hewlêrê yên Xaça Sor pêkhatibû kir.

Di civînekê de, Mawrer got ku, di navbera serdana wî ya berê û ya nuha de, di warê baştirbûna mafê mirovî û miamileya saziyên peywendîdar digel zîndaniyan û rêvebirina zîndanan gelek guhertinên erênî çûbûne û ji bona vê yekê rola hikûmeta herêma Kurdistanê bilind nirxand û tekîd kir ku, komîteya Xaça Sor ya navdewletî dê li ser pêşkeşkirina hevkariyan, xizmetgozariyan û vekirina kursên meşiq û rahînanê ji bo karmendên saziyên peywendîdar yêpn hikûmeta herêma Kurdistanê ji bona çewaniya miamilekirin digel dosyeyên mafê mirovî û rêvebirian girtîxaneyan berdewam dibe.

Serokê komîteya Xaça Sor ya navdewletî rola pêşmergeyê Kurdistanê di şerê dijî terorê de bilind nirxand û sersaxiyên xwe pêşkeşî malbatên şehîdên pêşmerge kir ku bergirî ji ax û miletê xwe kir û berhingarî terorê bûn. Wî got ku, barekî giran ketiye ser milên hikûmeta herêma Kurdistanê, ji aliykî li dijî DAÎŞê û terorîstan şer dike û ji aliyekî din  pêşwazî  li hjmareke zêde ya koçber û penaberan kiriye, hevkariya wan dike û pêdawîstiyan wan dabîn dike, ev yek jî cîyê qedirgirtinê ye.

Mawrer tekîd kir ku, ew li ser alîkarîkirina hikûmeta herêma Kurdistanê berdewam dibin û dê hevkariya wan penaber û koçberan jî bikin yên dixwazin vegerin ser mal û milkên xwe, bi taybetî alîkariyên di warê saxlemî û dabînkirina dermanan de. Wî got ku ew dê karên xwe li herêma Kurdistanê berfirehtir bikin û ofîseke taybet li herêma Kurdistanê vekin,

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kudistanê got ku, sazî û rêvebiriyên hikûmeta herêma Kurdistanê amadene hevahengî û hevkariyê bi Xaça Sor ya nevdewletî re bikin, bi taybetî di  wan warên de yên peywendî bi mafê mirovî ve hebin.  Serokwezîr pesna wan kursên meşiq û rahînanê yên Xaça Sor ji bo karmendên saziyên peywendîdar vekirien kir û tekîd kir ku, saziyên hikûmeta herêma Kurdistanê li gor pîvan û standardên anvdewletî tevdigerin.

Back to top button