Hevdîtinên PSK û PAKê li Enqereyê berdewam in
Hevdîtinên PSK û PAKê li Enqereyê berdewam in
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Cîhgirên Serokê Giştî yê PSKyê Celal Yildiz û Hasan Tuzcu, Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Mehmet Gül roja 28.05.2019an li Enqereyê, di derbarê doza girtina PAK, PSK û partîyên Kurdistanî de hevdîtinên xwe berdewam kirin.
Heyeta PAK û PSKyê roja 28.05.2019an ewil li Sefareta Cimhûrîyeta Federal a Elmanyayê li beşa sîyasî li Paul Amann û Mr.Michael Sonntag hevdîtinek pêk anîn.
Paşê Serokê Komeleya Haci Bektaşi Velî Ercan Geçmez li Navenda Giştî Komeleyê pêşewazîya heyeta PAK û PSKyê kir.
Heyeta PAK û PSKyê hevdîtina xwe ya dawî ya roja 28.05.2019an li gel Serokê TMMOBê(Yekitîya Odeyên Mîmar û Mihendîsan) Emin Koramaz pêk anî.
Heyeta PAK û PSKyê di hemû hevdîtinan de di derbarê doza daxistina(girtina) PAK û PSKyê de agahdarî dan alîyên peywendîdar.Û piştgirîya wan xwestin.
Herweha heyeta PAK û PSKyê di van hevdîtinan de dosyayeke ku ji Îdîanameya doza girtinê û ji daxuyanîya hevbeş ya PSK û PAKê pêk hatî, ku bi kurdî, Tirkî, Îngilîzî û Almanî hatibû amade kirin teslîmî alîyan kirin .