Polîtîk

Hevdîtina şanda Îmraliyê û Erdogan gaveke erênî û omêdbexş e

Serok Barzanî derbarê hevdîtina şanda DEM Partiyê û Serokkomarê Tirkiyeyê de dibêje: “Hevdîtina di navbera şandeya Îmraliyê û Serok Erdogan de gaveke erênî û omêdbexş e ji bo çareserkirina pirsgirêkan.“

Serok Barzanî peyamek li hejmara xwe ya tora civakî “X” belav kir û tê de got: “Hevdîtina di navbera şandeya Îmraliyê û Serok Erdogan de gaveke erênî û omêdbexş e ji bo çareserkirina pirsgirêkan û ev hevdîtin palneke bihêz e ji bo pêşveçûna pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê.”

Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder duh 10ê Nîsanê bi Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin kirin. 

Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder piştî hevdîtinê daxuyaniyeke kin da û got: “Hevdîtineke pir erênî bû. Hêviya me niha mezintir e. Di vê mijarê de cihê birêz Serokkomar lê disekine gelek girîng e. Em dixwazin aştiyê pêk bînin.” 

Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan jî got: “Hevdîtineke gelek baş bû. Pêvajo baş pêş dikeve.” 

Back to top button