Polîtîk

Hevdîtin û çelakiyên Barzanî li Davosê berdewamin

Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî li Davosê çelakiyên xwe yên hevdîtinên dûplomatik li gel serok û berpirsên welatên Rojhilata Navîn yên Ewropa re berdewam dike.

Herweha serokê Kurdistanê  tevlî gelek civînên navdewletî dibe û pirsa kurd û rewşa Kurdistanê bi cîhanê dide nasandin.

Di vê çerçovê de Mesud Barzanî serokê Kurdistanê hevdîtinek li gel Şahê Urdinê hate pêkanîn. Di vê hevdîtinê de li ser rewşa Iarqê, Suriye û herêmê berfirehî hate sekinandin.

Li civînê de, pêwendiya di navbera Herêma Kurdistanê û Şahnişîna Urdin hate nirxandin û her du alî jî hêvî xwestin ku wan pêwendiyan zêdetir pêş bixin.

Herweha Serokê Kurdistanê  beşdariya civînekî di derbarê rewşa buhara Erebî de yaku, ji aliyê Kofi Ennan ve hatibû organîzekirin kir.

Di vê civîna han de ku, Sekreterê berê yê NY Kofi Ennan, Emîndarê giştî yê Komkara Erebî û Serokwezîr, Wezîrên Derve yên hin welatan têde beşdarbûn, rewşa Buhara Erebî bi giştî û pêvajoya niha ya Buhara Erebî ya li Sûriyayê jî hate nirxandin.

Her di vê civîna han de Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî di derbarê rewşa Sûriyayê û Kurdên Rojawayê Kurdistanê de jî peyvek pêşkêş kir.

Serok Barzanî di berdewamiya aaftinên xwe de eşkere kir ku, Gelê Kurd li Îraqê de di Buhara sala 1991an de dest bi raperîna xwe kir û karî civakeke vekirî ku, baweriya xwe bi lêbûrîn û bihevre jiyanê û aştiyê hebe dabimezrîne û karî ku, pergala xwe ya abûrî bi rêkûpêkî organîze bike.

Serokê Kurdistanê herwiha eşkere kir ku, Gelê Kurd bi ti awayî nikare piştgîriya ti pergaleke Dîktator bike berevajî Gelê Kurd hertim piştgîriya daxwazên reva û demokratîk ya Gelan dike.

 

Serokê Kurdistanê  di berdewamiya hevdîtinên xwe yên bi Siyasetmedar û Rayedarên welatên Cîhanê re, bi Serokê opozisyona Sûriyayê Ehemd Meaz Elxetîb re jî civiya.

Di vê hevdîtina han de Serokê opozisyona Sûriyayê bi berfirehî behsa rewşa Sûriyayê kir û hêvî xwest tevî aliyên siyasî yên Kurdî re lihev bikin û bikaribin bi hevre pergaleke demokratîk li welat zal bikin.

Di berdewamiya vê hevdîtina han de beha hevkariyên Navnetewî yên ji bo Sûriyayê jî hate kirin.

Back to top button