Hevbendiya Mesîhî serdana Mesrûr Barzanî bo Washingtonê bilind nirxand
Hevbendiya Mesîhî, ji Partiya Yekîtiya Demokrat a Keldaniyan, Partiya Encûmena Niştimanî ya Keldaniyan, Partiya Tevgera Civata Sûryaniyan, Desteya Cîhanî ya Keldaniyan, Desteya Kargêrî ya Civaka Ortodoks a Ermeniyan, Civaka Ermeniyan û Rewta Şalameyê pêk tê.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin: “Hêz û aliyên di nav Hevbendiya Mesîhî de bi baldarî û pêzanîneke mezin serdana birêz Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dişopînin. Ev serdan pêngaveke stratejîk a girîng ji bo kûrkirin û bihêzkirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Iraqê ji aliyekî ve û Amerîkayê ji aliyê din ve nîşan dide, li ser bingeha berjewendiyên hevbeş, geşepêdana aborî, rêzgirtina li hember hev, û parastina nirxên mirovî, di serî de azadî, mafên mirovan, û mafên hemû pêkhateyan.”
Bi serpereştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî roja 19ê Gulana 2025an di merasîmekê de, du rêkeftinên di warê enerjiyê de, di navbera Wezareta Samanên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û herdu kompanyayên petrolê yên Amerîkî (Hêç Key Ên Ênêrcî – HKN Energy) û (Wêstêrn Zagros – Western Zagros) li Waşintonê hatibûn îmzekirin.
Hevbendiya Mesîhî tekez kir, îmzekirina van herdu rêkeftinan, “dê bibe alîkar ji bo gihiştina geşbûneke aborî ya berdewam û peydakirina derfetên kar ên nû ji bo xelkê Kurdistan û Iraqê, tevî hemû pêkhate û neteweyên xwe.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja 23ê Gulanê ligel Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re hevdîtin pêk anîbû.
Derbarê vê hevdîtinê de, Hevbendiya Mesîhî diyar kir: “Em xîreta Serokwezîr ji bo nîşandana ezmûna geşepêdana aborî û pêkvejiyana aştiyane û pirrengiya olî û neteweyî li Kurdistanê, herwiha tekezkirina li ser pêwîstiya berdewamiya piştevaniya navdewletî ji bo parastina vê modela bêhempa li Rojhilata Navîn bilind dinirxînin, bi taybetî tiştê ku di hevdîtina wî ya ligel Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio de derbarê girîngiya hemahengiyê ji bo parastina mafên kêmaniyên olî û neteweyî li Iraq û Sûriyê hatibû amajekirin.”
Di daxuyaniyê de herwiha hat gotin ku ev serdan “dîrokî ye û nîşana wê yekê ye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî li ser rêya geşepêdan û vebûna li hember cîhanê berdewam e, pêşxistina pêwendiyên bihêz ligel hevbeşên navdewletî, xizmetkirina berjewendiyên xelkê Kurdistanê tevî hemû pêkhateyên xwe, herwiha bihêzkirina pozîsyona Herêma Kurdistan û Iraqê li ser qadên niştimanî, herêmî û navdewletî.”