Polîtîk

Partiya nû hat avakirin

Îro partiya ku serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu û hevalên xwe damezirînin bi awayek fermi serî li wezereta navxwe dan.

Parlementere kevin yê AKPê Ayhan Sefer Ustun daxwaznameya partiya nû radestî wezereta navxwe kir. Ji damezerên partiya nû Ayhan Sefer Ustun, Selçuk Ozdag, Fermuz Ustun li gel hinek hevalên xwe çûn wezereta navxwe û belgename û daxwaznameya partiya nû teslîmê wezareta navxwe kirin.

Li gora daxûyaniya Ayhan Sefer wan daxwaznameya xwe û lîsteya damezerên partiyê radestî wezaretê kir. Wezaret niha navên ku damezerên partiyê dinirxîne û dawiyê belgenameyê dide damezerên partiyê.

Herweha li gora daxûyaniya Sefer sibehî li Enqere Otela Bil Kentê partî tê nasandin û cara yekem dê navê partiyê û logoya partiyê di vê civînê de bê eşkerekirin. 150 damezerin partiya nû hene.

Back to top button