Polîtîk

Li dijê terorê hevkari berdewam e

Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel nivîsgeha hemahengiya ewlekariya Iraqê ya Balyozxaneya Amerîkayê civiya û di wê hevdîtinê de şanda mêvan tekez kir ku hevahengiya di navbera Hêzên Pêşmerge û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî de dê berdewam be.Îro 15-4-2018 Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokê nivîsgeha hemahengiya ewlekariya Iraqê ya Balyozxaneya Amerîkayê ya li Iraqê General general Bradley Becker û şandeke pê re kir.Di civînê de Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Mesrûr Barzanî ragihand ku pêwîst e ji bo bidestxistina aştî û aramiyê, hevdû qebûl bikin û giftûgoyên rasetrast li ser tevahiya kêşeyan bikin.Di berdewamiya civîna han de pêşhatên dawî yên li deverê, berdewamiya hemahengiya herdu aliyan di şerê dijî terorê û pêşdebirina hemahengiyên du alî hatin nirxandin û di vê derbarê de Mesrûr barzanî tekez li ser hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û hêzên hevpeymanan kir û got: “Li gor destûrê Iraqê Pêşmerge hêzeke destûrî ye û pêwîst e tevahiya pêdiviyên leşkerî û maf û misteheqatên darayî jê re werin dabînkirin.”Derbarê cîhbicîhkirina mafan de jî Mesrûr Barzanî diyar kir ku Kurdistan tevahiya erkên xwe yên destûrî cîhbicîh kiriye lewre li hember vê yekê jî pêwîst e tevahiya mafên destûrî yên Kurdistanê jê werin cîhbicîhkirin.Di beşeke din a vê civîna han de behsa li ser mekanîzma birêvebirina deverên Kurdistanî yên li derveya îdareya Herêma Kurdistanê û cîhbicîhkirina madeya 140 a destûrê Iraqê hate kirin û bal li ser vê yekê hate kêşandin ku bi çareseriya bingehîn a kêşeyên heyî dikarin rê li pêşiya derfeta dubare serhildana tundûtîjî li deverê de were girtin.Di dawiya civînê de jî general Bradley Becker tekez li ser berdewamiya hevahengiya di navbera Hêzên Pêşmerge û hêzên Hevpeymanan de kir û rola Hêzên Pêşmerge di têkbirina DAIŞê de jî bi roleke girîng û sereke, wesif kir.Gotûbêjkirin li ser hilbijartinan, mekanîzma jinûve dabînkirina baweriya navbera pêkhateyan mijarên din ên vê civînê bûn. 

Back to top button