Nivîsar

Heta nijadperestî xilas nebe ji tu kesî re rehetî tune ye

Li Norveç’ê di wê êrîşa nijadperest de 77 ciwan ji ber ku ji dê û bavên cuda de hatine dinyayê berdêleke mezin dan. Yan jî gelo em wisa bêjin; kujerekî por zer 77 ciwan ji ber ku ji milletên din in, bi awayek hovîtî kuşt.

Li Elmanyayê di dîrokên muxtelîf de, ji ber ku ne Elman in, ji alîyê rêxistineke ve ya ku di nava wan de 130 ajanên dewletê jî hene 10 insan hatin kuştin. Herî dawî li Îtalyayê sê hemwelatên Senegal ji ber ku rengê çermê wan cuda ne ji alîyê kujerekî ve hatin kuştin. Him jî ev kujer ne kujerekî cahil û nezan e. Nivîskarek e. Helbet yên ku hatin kuştin jî biryara rengê çermê xwe, bixwe nedabûn.

Bi taybetî di sedsala 20’an de mirovahîyê ji ber vê nijadperestîyê çiqas berdêl da ma hûn dizanin? Bi sed hezaran yahudî, ji ber nijada xwe yê Tatar bûne hedef û hatin kuştin. Ji bo ku dewletên nijadî werin avakirin çend insanan jîyana xwe ji dest dan gelo hinekan hesabê van girt. Di sedsala 20’an de bi hezaran insan ji war û welatên xwe dûr ketin. Bi hezaran insan di riyan de telef bûn.

Nijadperestî tova fîtne û fesadê ye. Ji mirovahîyê  beşeke mezin nizanin bav û bapîrên wan yên sed salên berê, kî ne. Lê mixabin tevî vê rastîyê ji ber nijada xwe dest bi şer kirine dikin û lihev didin. Fêhmkirina tiştekî wisa ne gengaz e.

Li Tirkîyeyê di 30 salên dawî de, me bi hezaran qurban dane vê nexweşîya nijadperestîyê. Li Anatolyayê, li ew derguşa ku bi hezaran salan gelek millet di nava xwe de hewandî, gevandina (parastina ) îdeolojîyeke nijadî qet jî ne hêsan e. Helbet ne watedar e jî.

Kurdên ku dibin Tirk, Tirkên ku dibin Kurd. Kurdên ku dibin Ereb, Erebên ku dibin Kurd. Bûkên Ermenî zavayên Kurd û hwd. Li coxrafyayeke wisa tevlîhev avakirina dewleteke nijadî û ji bo vê yekê jî rêvebirinake otorîter bi kar anîn, gelo ne dînîtî be, çiye?

Gotinên nijadperest bi taybetî piştî darbeya 12’ê Îlonê derketibû asta herî bilind. Helbet vê nijadperestîyê  zerareke mezin daye Tirkiye.

Hezkirina ji milletê xwe helbet tiştekî pir xwezayî ye û tiştekî xweş û baş e. Feqet yê ku em îro dijîn ne tiştekî wisa ye. Em milletekî bilind dikin yên din jî mixabên em qet nabînin.

Heke em bixwazin ji vê şerê navxwe bifiltin, lazim e em ewil ji îdeolojîya nijadperest ya dewletê xelas bibin. Nijadperestî, piştî ku Îslamê bi zimanekî teqez red kir, li ser van axan ji xwe re qada jîyanê nedît û van axan terikand. Lê bi modernîteyê ji nû ve kete nav me. Heta ku em vê nexweşîyê ji van axan neqetînin û neavêjin ji me re rehetî tune ye.

Mehmet Kamış

Zaman/Xeberenkurdi

Back to top button