Heta milletê Kurd azad nebe azadiya me temam nabe
Duyemîn Forûma Hewlêrê bi serpereştiya Navenda Lêkolînên Rûdawê ya bi navê “Gel û Pêşeroja Rojhilata Navîn” li Hewlêra paytext hat lidarxistin.
Dr. Siyabulela Mandela, ku neviyê rêberê efsanewî yê Afrîkaya Başûr Nelson Mandela ye, got, “Gelê Kurd ji bo mafê xwe yê çarenûsî têdikoşiya. Ji bo em xwe bigihînin mafên gerdûnî yên ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatine îlankirin, em wek hev têdikoşin”.
Mandela herweha got ku “Ji ber ku em xwediyê heman têkoşînê ne, em xwe wek beşek ji milletê Kurd nas dikin” û berdewam kir: “Hûn gelê min in. Ez jî yek ji we me. Bapîrê min Nelson Mandela eşkere kir ku heta hûn negihîjin mafê xwe yê çarenûsî, gihandina mafên mirovan em azad nabin. Heta gelê Filistînê û gelê Kurd li Rojhilata Navîn azad nebe, azadiya me temam nabe.”
Mandela bi bîr xist ku Nelson Mandela Madalyaya Aştiyê ya ku di sala 1992an de ji aliyê Tirkiyê ve hatibû dayîn red kir û got, ev yek bi awayekî eşkere piştgiriya Afrîkaya Başûr a ji bo têkoşîna gelê Kurd e.