Vîdeo

Heta em nebin dewlet wê komkujî her tim hebin

Li Diyarbekirê Tevgera Ciwanên Kurdistanê û Bizava Ciwanên PDKT bi hevre bûyera Pirsûsê şermezar kirin. Ciwan bi alayên Kurdistanê kom bûn û di bin Ala Kurdistanê de daxuyaniyek ji bo çapemeniyê û Raya Giştî ragihandin. JI RAYA GIŞTÎ Û ÇAPEMENÎYÊ REGer hêzên sîyasî rojevên xwe bi xwe dîyar nekin, wê bibin dûvikên rojevên hêzên din. Wê demê jî wê hêzên ku rojevê dîyar dikin, berê wan hêzên sîyasî bi ku derê bixwazin wê bi wê derê ve din.

Mixabin li Kurdistanê, rojevê dewletên dagirker dîyar dikin. Miletê Kurd jî bi van rojevên derewîn mijûl dibe û ji rastîya xwe dûr dikeve. Ji ber vê yekê dema hinek ji bo Kobanî dibêjin “Me bi hevudû re parast û emê bi hevûdu re ava bikin.”; kesên ku li gor wan ev nerîn şaş e û xizmetî entegrasyonê dike, paşê dikarin bibêjin “Li Pirsûsê Komkujî heye.” Di eslê xwe de di navbera wan her du gotinan de tu cudahî tuneye. Ji ber ku her du jî rojevên dagirkeran in ku ji bo me amade kirine.Ger em li ser bûyeran bisekinin, dikarin gelek tiştan bibêjin. Bûyer bixwe gelek in û bi jimartinê naqedin. Ji alîyekî daristenên me dişewitînin, ji alîyê din li bajarê me bombe diteqînîn. Her roj komkujî, teqîn, kuştin û hwd… Bûyer cuda cuda bin jî sedema van buyeran yek in.Do li Pirsûsê bombe teqîya û ew kesên ku jîyana xwe ji dest dan, bi dilsozîya xwe bûn perçeyê planeke qirêj. Niha gelek alî wê li ser wan daxuyanîyan bidin û wan bikin amûreke sîyaseta xwe. Lê em dizanin ku berpirsyarê sereke yê hemû komkujîyên ku li Kurdistanê dibin, dewleta Tirk a dagirker e. Ji ber ku bingeha hemû kuştinan bêdewletî ye.Em nabin dûvikên rojevên dagirkeran û nabêjin “Li Pirsûsê komkujî heye.” Em dibêjin “Li Kurdistanê bêdewletbûnî heye û heta em nebin dewlet wê komkujî her tim hebin.” Ji bo ku em karibin pêşî li kuştinan bigirin, divê em bibin dewlet û bi tenê ji bo dewletbûnê bixebitin. Tiştên mayî xwe xepandin e û dibin bingeh ku em her tim komkujîyekê an bûyereke ku sedema wî dagirkerîye şermezar bikin.Em hemû hêzênên ku di vê teqînê de xwedî berpirsyarîyê ne û hêzên ku wê kuştina sivîlan ji xwe re bikin amûreke sîyasî nelet dikin û ji malbatên ên ku jîyana xwe ji dest dane sersaxîyê dixwazin.TEVGERA CIWANÊN KURDISTANÊBIZAVA CIWANÊN PDKT21.07.2015https://www.youtube.com/watch?v=mmTBKpcbpSs&feature=youtu.be
Back to top button