DosyaPolîtîk

Heta em ala Kurdistanê li Qamîşlo bilind bikin dê xebata me berdewam be

ENKSê li hember girtina ofîsên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê bertek nîşan da û Cîgira Serokê ENKSê Fesla Yûsif ragihand: Em dê li ser çalakî û xebata xwe berdewam bin, heta ku Ala Kurdistanê li Qamişlo bilind dikin.Ligor nûçeya Rudawê, duh çekdarên PYDê Ofisa Emîndariya giştî ya Encumenên ENKSê li bajarê Qamişlo û Ofîsa xwecihî ya Çilaxa bi mohra sor girtin.Cîgira Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê Fesla Yûsif girtina nivîsîngehên ENKSê ji aliyê çekdaran  ve şermezar kir û ragihand ku wan biryar daye ku roja yekşemê li pêş Ofîsa ENKSê li taxa Siyahî li bajarê Qamişlo dest bi grêvê bikin.Yûsif, girtina ofîsên ENKS weke kiryarên terorî û li dijî doza Kurdî li Rojavayê Kurdistanê nirxand.Cîgira Serokê ENKSê Fesla Yûsif di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Ofîsa sekretariya me ya giştî jî li Qamişlo ji aliyê PYDê ve hate girtin. Me civîneke xwe li dar xist û me tê de biryarên giring standin. Yek ji van jî ev bû, ku em dê roja yekşembiyê, li dijî biryarên çewt û xirab û wan kesên ku dixwazin doza Kurdî bi paş bixin û Encumena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê lawaz bikin, dest bi girevê bikin.”Fesla Yûsif girtina ofîsên ENKSê û awayê serederiya Rêveberiya Xweser li gel çalakiyên ENKSê, weke kiryarên terorî bi nav kir û  diyar kir, kesên ku wan kiryaran dikin, li dijî doza gelê Kurd dixebitin û xwediyê ti projeyeke netewî jî nînin.Fesla Yûsif li ser vê mijarê wiha got: “Em dibêjin, ev kiryarên terorî ti xizmeta doza Kurdî nakin, û tenê xizmeta acenda û berjewendiyên dijminên milletê kurd dikin. Ji ber wê jî em daxwaza ji tevahiya milletê xwe yê li Kurdistana Sûriyê dikin, ku bizanin karê wan kesan, karê netewî nîne û ti projeyekê netewî bi wan re nîne û tenê dijatiya doza Kurdî û milletê Kurd dikin.”Cîgira Serokê ENKSê di berdewamiya axavtina xwe de destnîşan kir: “Em tekezî li ser kar û xebata xwe ya aştiyane di demên pêş de dikin û roja yekşembiyê em û milletê xwe dê li kolanên bajarê Qamişloyê bin û dest bi girevê bikin. Em dê ji wan kiryaran re hezar carî bêjin na û em dê berdewam bin, heta ku Ala Kurdî li Qamişlo tê hildan û doza netewî ya Kurd biserdikeve.”

Back to top button