Cîhan
Heta DAÎŞ heye em ji Suriye dernakevin
Hebûna Amerika û avakirina hêzek taybet ji kurdan li Suriye tê gutobêj kirin. Wezîrê derve yê Amerika Rex Tillerson da xûyakirin ku, Heta ku DAÎŞ li Suriye bi temamî têk neçê emê li Suriye bimînin. Hebûna me ya leşkerî û dîplomatik li Suriye xwedî giringiyek taybete.Tillerson got: Şaşiya me sala 2011ê li Iraqê kirî em li Suriye nakin.Em rênadin DAÎŞ yan jî rêxistinek din a terorist derkeve holê.Ji bo Suriyeyek yekparçe û serbixwe em hewl didin. Suriyek biistiqrar serokatiya piştî Esed de tê pêkanin.