Serokê Desteya Heşda Şeibî Falih Feyaz da xûyakirin ku; Hêza Pêşmerge, Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî li eniya şerê Mûsilê li dijî DAIŞê şer kirin û bersivek mezin dan terorîstan, ev yekrêziya herî mezin bû li Iraqê û divê berdewam be û bi hêztir bibe.
Feyaz dibêje ku piştî sala 2017ê hinek bûyer navbera Hewlêr û Bexdayê de çêbûn, lê divê li ser mafên hev li hev bikin û hewl bidin Hewlêr û Bexda bigihin rêkeftinê.
Feyaz got: “DAIŞ belayekî mezin bû ji bo gelên Iraqê û çend deverên berfireh wêran kirin, lê ji van hemû, tiştê girîng ew e ku em hemû bi yekrêzî rûbirûyî DAIŞê bûn û yekrêziyê niştimana me parast”.
Feyaz destnîşan kir ku Heşda Şeibî û Pêşmerge bi hev re karîne li Mûsilê bersiva DAIŞê bidin û ev li Iraqê yekrêziya herî mezin e û ev sermayeyeke mezin e ji bo gelên Iraqê.
Derbarê kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê de jî Falih Feyaz got: “ Piştî sala 2017ê di navbera Hewlêr û Bexdayê de hinek rûdan pûkhatin, ez naxwazim behsa wan bikim, lê tiştê ku niha girîng e; divê em li hev werin û nabe em ajendayên veşartî li hember hev cîbicî bikin. Divê projeyeke me ya niştimanî hebe ji bo yekrêziya niştimanî û em li gel birayên xwe yên li Kurdistanê li hev bikin.”