Polîtîk
Hesabên wan ê Facebookê blokê kirin

Facebookê bi sedan rûpel, komik û hesabên girêdayî dezgeha îstixbarata YNKê (Zanîyarî) ji ber belavkirina nûçe û mijarên derew û xelet bilok kir!
Şîrketa navdar ya Facebookê ragihandiye, di çarçoveya paqijkirina Facebookê de 234 rûpelên facebookê, 71 hesabên facbookê, 5 komikên înstagramê û 31 hesabên înstagramê hatine bilokkirin.
Facebookê li ser sebeba bilokkirina wan rûpel û komikan jî gotiye, wan rûpel û komikan, ku hemû girêdayî dezgeha îstixbarata YNKê bi serokatiya Lahûr Cengî (Zanîyarî) bûn, tiştên xelet û derew belav dikirin û heqaret li kesên din dikirin, ji ber wan sebeban hatin bilokkirin.
Li gorî agahiyên Facebookê, tenê bo sponsertiya wan hesab û rûpelan, herî kêm 270 hezar dolar hatiye xerckirin!