CivakRojev

Hersê nav di 24 demjimêrî de bûn armanca êrîşê

Di nava 24 demjimêra de 3 navên ku muxalefeta hukumetê dikin û bernameyên televizyonî de hukumetê rexne dikin bûn armanca êrîşan.

Parêzer Afşîn Hatipoglu di kanala KRTê de bernamey çêdike. Afşîn dema êvarî diçû mala xwe li ber deriyê xaniyê xwe bû armanca êrîşa hinek kesên ku rûyên xwe girtî. Hatipoglu di vê derbarê de got: Rewşamin başe, kesên êrîşên min kirîn ji minre gotin ku haj axavtinên xwe hebe. Min gilî kiriye û serî li dadweriyê daye.

Li Enqere erîşa duyem li himber cîgirê serokê Partiya Paşerojê Selçuh Ozdag hatiye kirin. Dema ku Ozdag xwestiyê li otomobila xwe siwar be gurubekî êrîşê wî kiriye û ew êşandine.Ozdag ji serê xwe û rûyê xwe birindar bûye û di nexweşxanê de ye. Serokê Partiyê Davutoglu wek berpirsiyarê van bûyeran serokkomarê Tirkiye Erdogan berpirsiyar dibîne.

Erîşa sêyem jî li himber berpirsê rojnameya Yenî Çag yê Enqere Orhan Oguroglu çêbûye. Rewşa Orhan jî başe û wî jî serî li dadweriyê daye.

Ev hersê nav jî gelek bi tundî li dijê desthilatê muxalefetê dikin û taybetî Erdogan û Bahçelî rexne dikin.

Cigirê serokê Partiya Paşerojê Selçuk Ozdag li nexweşxaneyê da xûyakirin ku, ew ji Erdogan û Bahçelî natirse û dê li himber wan bê deng nemîne û behsa rastiyan bike.

Back to top button