Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di konferansa bîranîna biryara 688 a Encûmena Asayişa Navdewletî de ku tê de herêma aram û herêma dijefirînê li Iraqê hat diyarkirin, spasiya welatên Ewropî û Brîtanya kir ji ber ku hevkarî bi kurdan re kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê daxwaz ji civakî navdewletî kirk u hevkariyê ji bo serxistina doza kurdî bikin û pêwendiyên xwe yên siyasî û aborî bi Kurdistanê re bihêztir bikin.
Mesrûr Barzanî destnîşan kir, Herêma Kurdistanê wek cihekî aram ji hemû pêkhateyan re dimîne. Herwiha got jî: “Pêşmerge bi hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî re dawî li dewleta DAIŞê anî, lê hîna metirsiyên DAIŞê li ser navçeyê maye.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Herêma Kurdistanê ezmûneke serkeftî ya demokrasiyê ye.”
Herweha tekezî li ser wê çendê jî kir, piştevanî û hevkariya hevpeymanan di hemû qonaxan de ji bo gelê Kurd gelek girîng bû û Herêma Kurdistanê herdem rêz li nirxên hevbeş ên hevpeymanan digire.
Mesrûr Barzanî diyar kir, biryara 688an ya Encûmena Asayişa Navdewletî ku di 5ê Nîsana 1991an de hatiye derxistin, baştirîn û girîngtirîn biryar e bo piştevanîkirina gelê kurd.
Serokwezîr Barzanî di axaftina xwe de bal kişand ser peymana Şingalê û got, heta niha peymana Şingalê bi cih nehatiye û ev yek jî ji bo vegera koçberan bûye pirsgirêk û diyar kir ku vegera koçberan ji bo cih û warên xwe pêwîstiya wê bi piştgiriya civaka navdewletî heye.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir ku hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ewlekariya cîhanî parastine û li şûna cîhanê li dijî rêxistinê şer kirine.
Tekez kir jî, hêzên Pêşmerge efsaneya çekdarên DAIŞê şikand.
Derbarê pêwendiyên bi Brîtanyayê re jî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser wê yekê kir, pêwendiyên wan ên leşkerî û siyasî yên bi wî welatî re berfirehtir dibin.