Herêma Kurdistanê hêviyên kurdan bo welatekî azad û yekgirtî zindî dike
Gelê kurd li bakurê Kurdistanê dixwaze herêmeka wek herêma başûrê Kurdistanê li bakurê Kurdistanê jî bihête dirust kirin û herêma Kurdistanê wek ezmuneka (tecrûbeyeke) serkeftî binav dikin û pêşveçûnên herêma Kurdistanê di her warî de bandora xwe li beşên dî yên Kurdistanê jî dike û hêviya Kurdistaneka azad digel kurdên her çar parçeyên Kurdistanê de zindî dihêle.
Gêlê kurd li bakurê Kurdistanê êdî zêdetir bi paşerojeka azad bawer dike û zarok, jin, zilam ango hemû beşên civaka bakurê Kurdistanê bi rengekî cidî û bi baweriyeka mezin dixwazin herêmeka otonom li bakurê Kurdistanê dirust bikin û herêma Kurdistanê jî wek mînaka paşeroja azad dibînin.
Di vê derbarê de Zelal Aydin xwendekara zankoyê li Amedê diyar kir ku ew 20 saliye û jiyana wê hemû di nav şer û berxwedana gelê kurd de derbaz bûye û got: ”Wek her kurdekî/ê xeyala mina herî mezin dirustkirina dewleteka serbixwe ya kurdî ye û ezmuna serkeftîya herêma Kurdistanê jî baweriya min bo paşeroja hemû kurdan zêde kiriye û niha ez deh qat ji berê zêdetir bawer dikim ku dê li bakurê Kurdistanê jî herêmeka otonom bihête dirust kirin û ala kurdî bihête bilind kirin.”
Mamê Xelîl ê dikandar jî diyar kir ku ew dixwaze di payizê de seredana herêma Kurdistanê bike û bejna xwe di ber ala Kurdistanê de biçemîne û li berdem parlamentoya Kurdistanê nivêja sibehiyê bike û got: ”Min kurekî xwe şehîd daye û ez dixwazim ku êdî lawê çi kesekî nemire û pirsa kurd li bakurê Kurdistanê bi aştiyê çare bibe û herêma bakurê Kurdistanê bihête avakirin û digel herêma Kurdistanê yek bigire, ji ber ku şanaziyê bi herêma Kurdistanê ve dikim û serokên herêma Kurdistanê bo hemû cîhanê îsbat kirin ku kurd bi serbilindî ve dikarin xwe birêve bibin û ev yek min serbilind dike û şanaziyê bi kurd bûna xwe ve dikim.”
Mehemed Sevgî karmendê bajêrivaniya bajêrê Batmanê jî diyar kir ku ew rojane deng û basên televiyonên kurdî temaşe dike û dixwaze ji her bizaveka kurdan agahdar bibe û got: ”Dema ku ez dibînim serok û nûnerên dewletên mezin seredana herêma Kurdistanê dikin û digel serokê herêma Kurdistanê kombunan saz dikin baweriya min bi paşerojeka azad zêdetir dibe û mafê kurdên bakurê Kurdistanê û parçeyên dî yên Kurdistanê jî ku herêmên otonom dirust bikin.”
Osman Demîrel yarîzanê topa pê li Amedê jî di derbarê paşeroja kurdan de diyar kir ku ew ji paşeroja kurdan li bakurê Kurdistanê geşbîne û herêma Kurdistanê hêvî û umîdên gelê kurd bilind kiriye û got: ”Eger em li bakurê Kurdistanê dest ji berjewendiyên şexsî berdin û hindek hizir li paşerojeka azad bikin emê bi hêsanî bişên herêmeka otonom dirust bikin, ji ber ku hêza yekgirtiya kurdan li bakurê Kurdistanê û herêmeka otonom dê bibe gerentiya Kurdistaneka azad û yekgirtî, ji ber ku di dirêjiya dîrokê de herdem dewleta tirk nehêlaye ku kurd li beşên dî yên Kurdistanê jî mafên xwe bidest bixin û eger herêmeka otonom li bakurê Kurdistanê bihête dirust kirin dê metirsî li ser paşeroja hemû beşên Kurdistanê nemîne û dewletên wek Îran û Sûriya jî bi neçarî pirsa kurdî çare bikin.”
Niha rojeva li bakurê Kurdistanê çewaniya dirustkirina herêmeka otonom ya bakurê Kurdistanê ye û di axaftinên li kolanan, li xwendingehan, li nav malan û li her derê ku çend kesekî kurd digehe hevdu behsa çewaniya çareserkirina pirsa kurd dihête kirin û yên ku herêma Kurdistanê jî dîtîne yan jî ji pêşveçûnên herêma Kurdistanê agahdarin baweriya xwe bi serkeftina herêmeka otonom li bakurê Kurdistanê jî diyar dikin û hêvî û umêd bo paşerojeka azad di asteka bilind de ye û ev yek destpêka xwegihandina mafên netewî û demokirasiyê ye.
Evro/Rêzan Çelîk