Herêma Kurdistanê berev pêşve

Bêtir ji sed salan e ku xelkê Kurdistana Iraqê xebatê dike û qurbaniyan dide, ji bo maf û armancên xwe yên netewî û di encamê de ev Herêma Kurdistanê berhem hatiye.

Herêma Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê hatiye damezrandin li sala 1991ê ku ji berhemên serhildana xelkê Kurdistanê û koça milyonî û xebat û qurbanîdana miletê Kurd bûye. Berahiyên bîrokeya vê herêmê vedigere bo rêkeftina 11ê Adara sala 1970 bû, ew jî di navbera Hikûmeta Iraqê ya wî serdemî û serkirdayetiya Şoreşa Îlonê bi rêbertiya Barzaniyê Nemir. Li gorî wî rêkeftinê 4 salan serkirdayetiya vê deverê ket destê PDK û şoreşê de û weke statyoyek Kurdistanî dihat birêvebirin.

Kêşa sînorên Herêma Kurdistanê kevn e û vedigere bo beriya damezrandina dewleta Iraqê û hêj berdewam e, ku herdem kêşe û nakokî di navbera Hikûmeta Iraqê û serkirdayetiya şoreşê der hebûn li ser sînorê Herêma Kurdistanê.

Li dûv rastiyên cografî û dîrokî û mirovî sînorê Başûrê Kurdistanê Çiyayên Hemrîn in, û akinciyên Herêma Kurdistanê piraniya wan Kurd in, pêkhateyên din jî li Herêma Kurdistanê hene, ew jî wek Turkman û Ereb û Asûrî û Kildan. Zêdetir ola xelkê wê Îslam e. Heriwha Êzdî û Xristiyan jî hene. Pêkvejiyaneke aştiyane ya sirûştî ya van pêkhateyan bi cudahiyên xwe yên etnî û olî her hebûye û heye jî. Karesatên ku hatine serê Kurdistanê ew pêkhate jê bêpar nemane.

Herêma Kurdistanê xwedî cografyayeke mezin e û têra hewandina xelkê xwe heye. Xwedî serwet û samaneke mezin e û ew saman bi rêk û pêkî were rêxisitin têra xelkê wê û geşkirina wê heye. Lê mixabin dorpêçkirî ye bi sînorên siyasî û yasayî yên welatên navçeyê û welatên navdewletî, ku gelek caran ev sînorên çêkirî rêgir bûne ji bo pêşveçûna Herêma Kurdistanê û bizava siyasî ya neteweya Kurdî.

Herêma Kurdistanê ji aliyê sirûştî ve perçeyek e ji Kurdistanê, lê di aliyê siyasî û yasayî ve sînorekî cêgîr û naskirî yê navçeyê û navdewletî heye ligel 3 dewletên ku hebûna Kurdan wek milet qebûl nakin. Li Rojhilat Îran û li Bakur Tirkiye û li Rojava Sûriye li ser sînorê Herêma Kurdistanê ne, ku perçeyên Kurdistanê li wir dagîrkerî ne. Rejîmên deselatdar di wan dewletan de bi hêza leşkerî xwe li serwan perçeyên Kurdistanê feriz kirine û siyaseta dagîrkariyê li wan perçeyên Kurdistanê birêve dibin. Dagîrkirineke siyasî û leşkerî û abûrî û rewşenbîrî bicîh tînin û xwediyê erd jî nikarin bighên normaltirîn mafên xwe yên mirovî.

Başûrê Kurdistanê jî dagîrkerî bû ji aliyê Iraqê ve, lê karî bi xebat û berxwedanê, xwe bike herêmeke federal, sînorê Başûrê Kurdistanê ji aliyê başûr ve neligel perçeyekî din ê Kurdistanê ye, ku ligel dewleta Iraqê ye, ku niha Herêma Kurdistanê xwedî statyoyekê ye di Iraqê de, lê sînorê Herêma Kurdistanê ji aliyê başûr ve li gorî rastiyên cografî û dîrokî nehatiye destnîşankirin û hemû Başûrê Kurdistanê hev negirtiye di nava deselata Herêma Kurdistanê de û navçeyeke berfireh a wê hêj dervey deselata îdareya Herêma Kurdistanê ye. Tevî itîrafa Iraqê bi wan navçeyan û hebûna madeya 140 a destûrî, lê pirsa sînorên Herêma Kurdistanê nehatiye çareserkirin û ew pirsgirêk hêj bêçareser maye.

Rewşa niha li Iraqê, dewletê bi dezgehên wê ve lawaz dike û ber bi wî alî ve diçe ku ew dezgehên ku hene jî lawaztir bibin û hinek ji wan jî biherifin. Ji aliyekî dî ve Herêma Kurdistanê di rewşeke baştir de ye ji Iraqê. Hin pirsên girîng û çarenivîsaz di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de hene û pêwîst e Hewlêr xrabiya rewşa Iraqê bikar bîne ji bo yekalîkirina wan pirsan di berjewendiya xwe de.

Li pêş çavan Herêma Kurdistanê bihêz e. Kurdistan xwedî hêzeke mezin a siyasî û leşkerî û abûrî û dîplomatîk e, ku kare bi wê hêzê bergîriyê li xwe bike û xwe ji astengiyan rizgar bike û pirsgirêkên navxwe jî çareser bike.

Herêma Kurdistanê da ku pêşve biçe pêwîst e beriya her tiştî destûrek an bawernameyeke niştimanî ya baş ji bo xwe deyne û li Herêma Kurdistanê yasa û qanûn serwer be û hemû aliyên siyasî yasayê bicîh bînin. Pêwîst e di pileya yekê de PDK û piştre jî YNK û partiyên din ên siyasî berpirsyariya xwe bistînin û bi hevre di çarçoveya bernameya niştimanî de kar bikin ji bo baştirkirina rewşa Herêma Kurdistanê û metirsiyan nehêlin, heriwha daxwaz û pêdviyên xelkê Kurdistanê bicîh bînin û milet serfiraz û piştrast bikin.

Agir ketiye navçeya Rojhilata Navîn û li van dewletên dagîrker her yek û bi rengekî agir li wan vêketiye. Pêwîst e her perçeyekî Kurdistanê xwe ji pêşhateyên nû re amade bike û tişta ku di berjewendiya wan de be bikin, da ku vê derfetê jidestê xwe nedin.

Hêzên siyasî li her perçeyekî Kurdistanê hevgirtina xwe ava bikin û li dûv bernameyeke baş kar bikin ku karibin bi bandor bin û bi rola xwe rabin. Hêzên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê biçin meydana xwe ya xebatê û li wir bi rolê xwe rabin ji bo bidestxistina mafên miltetê xwe.

PKK mafê wê tune ye ku bê xwe li ser Herêma Kurdistanê feriz bike û destê xwe bixe nava karê Herêma Kurdistanê. Meydana xebata wan xuya ye. Li wir meydana wan berfirehtir e û çiyayên wan bilindtir in û gelî û newalên wir dirêjtir û kûrtir in, bajarên wir mezintir in û xelk li wir bêtir in. Hebûna PKK li Başûrê Kurdistanê bûye sedema xerabkirina gundan û derketina pirsgirêkan. Pêwîst e PKK dest ji Herêma Kurdistanê berde û biçe cihê xebat xwe û li wir xwe ji pêşhatên pêşerojê re amade bike.

Hêzên siyasî yên perçeyên din ên Kurdistanê biran e wek netewe, lê ne yek in di erk û birpirsyariya de, lewma divê her yek û bi xwe de biçe û nexasim jî PKK,ku divê xwe rast bikin.

Herêma Kurdistanê xwedî xwediyê xwe ne, ku ev zêdetirî 100 salan e ku xebatê dikin û qurbaniyan didin heya ku ev destkeft bidestve anîne. Xwediyê wê dilsoz û pispor in. Xwedî hizir û bername û siyaset in, dizanin û dikarin karûbarê xwe bi başî birêve bibin û seredeyeke baş bikin, lewma jî Herêma Kurdistanê dê her pêşve biçe û dê her geş bibe.

Îhsan Amedî

 

Nerîna min :