Polîtîk

Herdu serikwezîran li Stanbolê hevdîtin

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan re li ser hinartina petrolê û pêwendiyên navbera Hewlêr û Enqerê hevdîtinek berfireh  pêkanî.

Hevdîtin li Stanbolê qesra Dolmabahçe ofisa taybet ya serokwezîrê Tirkiye pêkhat.

Sekreterê Rojnamevaniyê yê Serokwezîr Barzanî, Samî Ergoşî li ser naveroka hevdîtinê ragihand, di hevdîtinê de li ser pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê her wiha pirsa petrol û enerjiyê û guhertinên dawî li herêmê hatine gotûbêjkirin.

Hevdîtina herdu serokwezîran 3 demjimara berdewam kir. Erdoga da xuyakirin ku ew dixwaze serdana Bexdayê û Hewlêr jî bike. Di hevdîtinan de wezîrên petrol û enerjiya herdu welatan jî amade bûn.

 

Back to top button