Nakokîya di navbera her du partîyên Rojhilat de, ku di encama şer û pevçûnê de 2 pêşmergeyan li Silêmanîyê jiyana xwe ji dest dabûn, bi navbeynkarîya PDK-Î û Partîya Komunîst a Kurdistana Îranê bi dawî bû.
Civaka Zehmetkêşên Kurdistanê û Civaka Zehmetkêşan a Şoreşger a Kurdistana Îranê bi navbeynkarîya Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK-Î) hatin cem hev û li ser wê yekê li hev kirin ku desthilatên xwe ji hev cuda bikin heta ku rewş asayî bibe û carek din danûstandin dest pê bikin.
Li gor daxuyaniya PDK-Î, şanda ku bi hevbeşî li gel Hizba Komunîst a Kurdistana Îranê hatiye avakirin, bi rêveberiya Civaka Zehmetkêşên Kurdistanê û Civaka Zehmetkêşan a Şoreşger a Kurdistana Îranê re civînek hevpar li dar xist.
Li gor daxuyaniyê, her du alîyan li hev kirin ku heta rewş asayî bibe û danûstandinên ji bo çareserîya qeyranê dest pê bikin, hêzên xwe ji bo demekê parçe bikin û cihê xwe ji hev cuda bikin. Her wiha hat gotin ku her du alîyan li hev kirine ku heta qeyran bi temamî neyê çareserkirin ewê xwe ji daxuyanîyên ku hev sûcdar û rûreş dikin dûr bixin.
Hat gotin ku PDK-Î û Hizba Komunîst a Kurdistana Îranê heta çareserkirina qeyranê wê piştevanîya xwe ji danûstandinên ku di navbera Civaka Zehmetkêşên Kurdistanê û Civaka Zehmetkêşên Şoreşger ên Kurdistana Îranê de bên kirin, bidomînin.