Polîtîk

Hena: Referandum ji bo hemû pêkhatên Kurdistanê rojeke dîrokî bû

Li gel hatina sêyemîn salvegera referandumê û “Belê” ya tevahiya Kurdistaniyan ya ji bo serxwebûnê, hemû pêkhat bi mil bi milê dilsozên Kurd bîranîna wê roja mezin dikin. Serokê Lîsta Encûmena Gelê Kildanî Siryanî Aşûrî li Parlemena Iraqê dûpat kir ku referandum rojeke dîrokî bû û têda beşdariyê kirine.

Rîhan Hena Eywub Parlementerê Iraqê û Serokê Fraksiyona Encûmena Gelê Kildanî Siryanî Aşûrî ragihand: Referandum ji bo hemû pêkhatên gelê Kurdistanê rojeke diyar û dîrokî bû ku bi berfirehî me li wê karnavalê da beşdarî kir, dûpat kir ku wê demê û niha jî serbazekîn li bin fermana Serok Barzanî û me baweriyeke tevahî bi wê yekê heye ku keştiyê ber bi kenara aramiyê ve dibe. Ji ber ku rêbaza Barzanî, rêya rewayî û dadweriye û li ser berdewam dibîn.

Her wiha got: Referandûm tenê ji bo Kurd nebû, belku li wê rojê da hemû pêkhatên gelê Kurdistanê têda beşdariyê kirin û bi dengê “belê” dengê xwe dan ji ber ku li gel gelê Kurd çarenivîsa me yeke û ji bilî wê jî Herêma Kurdistanê cûdaye bi wê yekê ku hemû pêkhatên gelê Iraqê û Ereban jî li xwe digre û belge jî li ser ewe himbêzkirina koçberên Erebane ku piştî êrîşên Da’îş hemûyan baweriya xwe bi Kurdistanê anî û Kurdistan ew himbêz kirin.

Back to top button