Hemû teksta axaftina serokwezîr bixwîne
Bi navê Xwedayê mezin
Amadebûyên birêz, mêvanên xweştivî, hûn hemû bixêrhatin serçavan
Destpêkê, ez pîrozbahiyê li 270 polîsên derçûyên dewreya çarem ji kolêja polîsana a zanîngeha Silêmaniyê dikim. Ez hêvîdar im ku, ev polîs bibin hokarê zêdetir pêşxistina saziyên polîsan li herêma Kurdistanê. Ez hêvîdar im ku, ew yek sala we li vir xandî digel çar salên berê yên we li kolêja polîsan xandine, ji bona baştêgihiştin li giringiya kar û erkê polîs di civaka demokratîk û pêşkeftî de ku, em dixwazin mînaekek bi wî awayî li vê herêmê nîşan bidîn, paşxaneyek mezin be.
Sipasiya kar û westiyana mamoste û rêvebirên kolêja polîsan a Silêmaniyê û westiyana dayîk û bavên wan xwendekaran dikim ku, îro diplomaya xwe wergirtine. Herwesa sipasiya wezareta navxwe dikim ku, her yek ji aliyê xwe ve di wezîfeya dabînkirina xwendin û pêgehandina baş ya xwendekaran de beşdar bûn. Hêvîdar im serkeftî bin û Xwedayê mezin piştervanê we be.
Kolêja polîsan li Silêmnaiyê ji dema damezrandina wê di sala 2000ê de heta nuha berhemekî baş hebûye, heta nuha heft dewreyên sê salî, du dewre bo efserên derce bilind û du dewreyên taybet ji vê kolêjê derçûne. Tevî vêna jî, çar dewreyên zanîngehên din ku, yek sal li wê kolêjê xandine, ji bona karkirina di saziyên polîs de li herêma Kurdistanê û ji bona berbipêvebirina wan saziyan diploma wrgirtine. Ev berhemekî mezine û cîyê şanazî û dilxweşiya me ye.
Polîs remza serwerîya yasa û desthilatdariya yasayê ye. Heta me ev îdyom bi kiryar anî cîyê wê, kar û zehmeteke mezin xwest, ji ber ku li welatekî diktatorî û eskertarî yê weke Îraqê, polîs kiribû cîyê pêkenînê, herwesa kiribû saziya parastina hukim, ne parastina qanûnê. Lê belê, bi dil xweşî ve, nuha ew dîtin li ser polîsan hatiye guhertin û me gelek hewilda ku, desthilatan bi polîs bidin û nuha ev yek li herêma Kurdistanê bi zelalî û bi piraktîkî tê dîtin.
Em nuha li ser pêşxistina karê polîs, li gor îdyoma modern ku jê re dibêjin îdyoma (Polîsê Civakî) kar dikin. Ev îdyom bi manaya xwe ya besît ango hevkariya xelkî digel polîs û kêmkirina tirsa civakê ji bûyerên binpêkirina mafan û qewmîna twanan e. Bi vê rê jî rêzgirtina polîsan ji aliyê xelkî ve û rêzgirtin li hemû endamên civakê ji aliyê polîsan ve dirust dibe. Hewesa, piraktîzekirina vê îdyomê saziyên civaka medenî jî pal dide ku, di warê parastina îstîqrarê û aşitiya civakî de li herêma Kurdistanê, hevkariya saziyên hikûmetê bikin. Ji ber vê yekê jî, ez daxwazê ji kolêjên polîsan dikim ku, giringiyeke mezin bi vê îdyomê bidin û wezareta navxwe û rêbeberiyên polîsan di karê xwe yê rojane da vê têgihiştênê piraktîze bikin. Ji ber ku hêşta gelek kar maye di wî warî de bê kirin. Ji bona vê armancê dikare sud û fêde ji tecrûbeya pêşkeftiya polîsên hindeke welatan bê wergirtin û ji wan diyardeyên xerap ku, li nav polîsên hindek welatan heye rê lê bê giritn daku di nav polîsên me jî de bilav nebe. Gelek pêwîst û giringe her sal efser û polîsên nimoney yên paqij û dilsoz digel hevwelatiyan, bên xelat kirin.
Gelek ji efser û polîsên kurd di nav polîsê Îraqê de kar dikir û di dema şoreşên Kurdistanê de, wan efser û polîsên kurd, di beşdarîkirin û piştgiriya şoreşê de roleke mezin û giring hebû û gelek ji wan bûne fermandarên hêzên pêşmergeyî. Herwesa di dema serhildana sala 1991ê de, wan wek parêzerên gel û aramiyê rola xwe lîst. Tomara polîsê herêma Kurdistanê di warê pabendbûn bi mafên mirovî de tomarek baş e. Bi rastî xebata kurdan ji bona çespandina mafên netewî û niştimanî bû û têkelî û peywendiyeke timam digel xebat û çespandian mafê mirovî hebû, ji ber hindê, îro jî, di hukimdariya Kurdistanê de divê demokrasî û mafê mirovî du manşetên hertim li ber çavên polîs bin li herêma Kurdistanê.
Ez gelek xwe kêfxweş dibînim dema dibînim ku, li kolêja polîsan babetên yasa, mafê mirov, berhingarbûna şideta li hember jinan, lêkolîna tawanan û pizîşkê dad dixwînin. Ev hemû ji bo pêşxistina karê polîs li herêma Kurdistanê pêwîst û giring in. Em rola polîsan di parastina jinan de li hember şideta li dijî wan tê kirin, di demên borî de, baş dinirxînin. Lê belê çavê me li hindê ye ku, di wî warî de hêj zêdetir polîs çalak û aktîv bin. Polîsê herêma Kurdistanê nuha dikare li gor qanûna sala 2008ê ya verastkirî ya rewşa kesayetî û li gor qanûna nehêlana şideta malbatî dikare, pêwîste jî, zêdetir roleke qanûnî di parastina jinan de li hember şidet li dijî jnan tê kirin li herêma Kurdistanê bibînin.
Beşek mezin ji pêşkeftina herêma Kurdistanê ji ber kar û westiyana saziyên emnîyên Kurdistanê ye. Îstîqrar û aramî şertê yekemîne ku kompanî û sermayedar bo welatekî biçin. Nuha ku, ev hemû kompaniyên biyanî li herêma Kurdistanê hene, hijmara tûrîstan li Kurdistanê roj bo rojê zêde dibe, hemî ji ber kar û xebatên hêzên pêşmerge, asayîş, polîs û saziyên emnî ye.
Em li vir careke din kar û xebatên wan bilind dinirxînin û hertim bi hêvîne ku di karên xwe de serkeftî bin. Em gelek bi mêvandostî û reftarên xelkê welatê xwe û bi karê asayîş û polîs serbilind in, hemû tûrîstên tên bo herêma Kurdistanê, hest bi tu naxweşî û reftarên xerap nakin. Em hêvîdar in ew awayê miamileyê berdewam be û baştir jî bibe.
Divê hemû aliyên siyasiyên herêma Kurdistanê qedir û qîmeta ew îstîqrara li herêma Kurdistanê heye bizanin. Parastina îstîqrara siaysî jî ji bona parastina pirosesa pêşkeftina welatê me, xweşjiyana xelkî û birêveçûna pêvajoya siyasî li herêma Kurdistanê, şertekî giring e.
Bê guman, pirosesa siyasî li welatê me di destek emîn de ye. Partiyên desthilatdar bi yasa û pirosesa demokrasiyê pabend in. Herwesa bi wê yekê jî pabendin ku, pirs û rawêkariyeke dirust hebe daku, paşeroja Kurdistanê bi awayekî zanayane ber bi hindê ve biçe ku, ew xweşjiyaniya li herêma Kurdistanlê heye seqt nebe û ber bi sewyeyeke bilindtir biçe û bikarîn hemû mafên xwe yê destûrî li Îraqê bi kiryar, ne li ser kaxezê bimînin, bidestve bînin. Ji bo van meseleyan û hemû pirsên din yên navxweya herêma Kurdistanê jî divê em berdewamiyê bi diyalog û şêwirîn bi hemû aliyan re bidîn.
Careke din pîrozbahiyê li derçûyên nû yên kolêja polîsan li Silêmaniyê dikim û hêvîdar im ku, xelkê Kurdistanê hertin di nav aramî, xweşjiyanî û pêşkeftinan de bin.
Serkeftî bin
21.04.2013