Hemu rojên we Newroz Newroza we pîroz be
Hemu Rojên We Newroz Newroza We Pîroz BeGelê Kurdistanê zilmditî,Di seranserê Kurdistanê Newroza 2716 di helumercekî gelek hestyar û zirufekaaloz da tê pîroz kirinê.Li Kurdistana Bakurê, kolana xendekan û êrîşa dewleta Tirk ya tund bi henceta“xendekan” bûye sedema şehîdbûna bi sedan Kurdên sîvîl, kavilbûna bi hezaranxanî û koçber bûna bî dehhezaran Kurd. Ligel vê alozî û tundutîjiyê, qedexe kirinaNewrozê li gelek bajêr û bajarokên Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirkiyê û hewlabetal kirina parêzbendiya nûnerên HDP jî rewşê tevlihevtir dike.Zahmetkêşên Kurdistana Bakurê,Beşdarê hemu merasimên Newrozê bin, ku li welat û dervayê welat têne amadekirin û bi siveyê aşitiyane daxwaz bike, ku:Êrîşa dewleta Tirk bi henceta “xendekan” û “şere xendeqan” bêne rawestandin.Daxwaz bike, ku dewleta Tirk devjê siyaseta militarize kirina Kurdistana Bakurê ûçêkirina bingehên leşkerî berde.Ji PKK bixwaze, ku siyaseta anina şer bo bajaran û kolandina xendekan berde ûbê qeyd û şert agirbes rabiginîne.Hêzên welatparêzên Kurdistana Bakurê,Werin em milên xwe bidine hevdu, ji bona, ku ji vê rewşê xilas bin û aramî ûaşitiyê li welatê me cîgir be û em bigihine mafên xwe yen rewa.Werin bi gor naveroka Newrozê, ku “Yêkîtî, Xebat û Serketîn” e, tevbigerin dakuxebata me yên ji bo “welatekê azad û gelekê bextewar” bihêztir be û bi serkeve.Kurdno,Hemu Rojên We Newroz Newroza We Pîroz Bu.20 Adar 2016Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK