
Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê pêşnivîsa rêkeftina di navbera xwe û Bexdayê de ji bo ji nû ve destpêkirina hinartina petrolê, bersiva Bexdayê dide.
Li gor wê pêşnivîsê, Bexda dê berhemên petrolê dabîn bike û lijneyekê ji bo texmînkirina asta hilberîna petrolê û pêwîstiya navxweyî ya bi berhemên petrolê bişîne.
Kompaniyên hilberîna petrolê derbarê lêçûna hilberîn û veguhastina petrolê, deynên berê û awayê dan û standina bi girêbestên wan re ne sê daxwazî pêşkêş kirine.
Çavkaniyeke agahdar ji dan û standinên di navbera Bexda û Hewlêrê de ku ji ber hestiyariya mijarê nexwest navê wî were eşkerekirin, ji Rûdawê re ragihand ku pêşnivîsa rêkeftina derbarê radestkirin û hinartina petrolê de di qonaxa xwe ya dawî de ye.
Guhertina sereke ya ku tê de hatiye kirin ew e ku hemû petrola berhemanî dê were radestkirin, li hemberî wê yekê ku Hikûmeta Federal pêwîstiyên navxweyî yên Herêma Kurdistanê bi berhemên petrolê dabîn bike.
Li gorî zanyariyan, texmîna destpêkê ew e ku Herêma Kurdistanê rojane pêwîstiya wê bi 50 heta 55 hezar bermîl petrol heye, da ku wan bişîne parzûngehan û berhemên petrolê jê werin hilberîn.
Yasaya Budceya Îraqê, mercê radestkirina 400 hezar bermîl petrola rojane diyar kiriye da ku mafên darayî yên mehane yên Herêma Kurdistanê werin dayîn.
Lê niha ji Bexdayê re hatiye ragihandin ku şiyana hilberîna petrolê li Herêma Kurdistanê digihîje 280 hezar bermîlî.
Wezareta Petrolê ya Îraqê dê serdana Herêma Kurdistanê bike
Ew çavkaniya ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê da ku li gorî pêşnivîsa rêkeftinê, lijneyek ji Wezareta Petrolê ya Îraqê dê serdana Herêma Kurdistanê bike ji bo du armancan:
A yekem, diyarkirina asta hilberîna petrolê li Herêma Kurdistanê.
A duyem, diyarkirina asta pêwîstiya berhemên navxweyî bi berhemên petrolê yên wekî petrola spî, benzîn, mazot ku li gorî rêkeftinê divê Hikûmeta Federal dabîn bike.
Li gorî zanyariyan, biryar e 7ê Tîrmehê, bersiva Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi fermî bigihîje Bexdayê ku bi vî şêweyê radestkirina petrolê razî ye.
Çavkaniya ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê jî da ku qonaxeke din a rêkeftinê, gotûbêj û şêwirîna bi Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîe re ye derbarê naveroka rêkeftinê de.
Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî ev erk girtiye ser milê xwe da ku paşê biryar li ser şandina pêşîneyeke pereyê mûçeyan were dayîn ku îhtîmal heye bikeve roja Sêşemê an rojên piştî wê, eger ji bo rêkeftinê ti pirsgirêkên din dernekevin.
Ji 25ê Adara 2023yan ve hinartina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê hatiye ragirtin.
Guhertina yasaya budceyê ji 17ê Sibatê ve ketiye warê bicîkirinê da ku astengiyên li ber destpêkirina wê hinardeyê werin çareserkirin.
Li gorî guhertina yasaya budceyê, kompanyayeke şêwirmendiyê dê lêçûna derxistin û veguhastina petrola Herêma Kurdistanê texmîn bike.
Heta ku ew kompanya karên xwe bi dawî bike, Bexda dê bi awayekî demkî 16 dolar ji bo her bermîlekê wekî lêçûn bide kompanyayên petrolê.
Daxwazên kompanyayên petrolê
Berpirsekî yek ji kompanyayên petrolê yên li Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand:
“Roja 2yê Tîrmehê, nêrîn û pêşniyarên kompanyayan bi fermî radestî Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin kirin û wan jî radestî Bexdayê kirin ku ji sê daxwaziyan pêk dihatin.”
Daxwazên ku hatin kirin wiha ne:
1 – Ew 16 dolarên lêçûna derxistin û veguhestina petrolê ku didin kompanyayan dê ji bo dema 90 rojan be û piştî wê demê karên kompaniya şêwirmendiyê bi dawî bibin.
2 – Destkariya li naveroka girêbestên wan neyê kirin û mîqdara mafên darayî yên kompanyayan li ser bingeha rêjeyê be ku di girêbestên wan de hatiye, ne ku pereyekî diyarkirî be.
3 – Derbarê zêdetirî 900 milyon dolar deynên komî yên kompanyayan de, yek ji her du aliyên Hewlêr û Bexdayê berpirsiyariya vegerandina wan bigire ser xwe.