Cîhan

Hemû pêkhatên Kurdistanê ji bo pişgiriyê diçin YE

Şandek bilind di serokatiya serokê Kurdistanê de serdana Bruksel dike.Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî li gel şandekî diçe Bruksel paytextê Yekitiya Ewropa, Barzani û şanda li gel, dê behsa referandumê bikin û pişgiriya welatên Yekitiya Ewropa di vê derbarê de bixwazin.Di şanda li gel Barzanî de berpirsên partiyên siyasî û pêkhatên Kurdistanê cih digrin.Di vê şana bilind de; Nûnerê PDKê Hişyar Zêbarî, nûnerê YNK û Kerkûkê Necmedîn Kerîm, Nûnerê Yekgirtûya Îslamî Mihemed Hewdiyanî, Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa, Nûnerê tirkmenan Mihemed Sededîn, Nûnera krîstiyanan Wehîde Hûrmiz û Nûnerê kurdên êzidî Şêx Şemo, cîh digrin.

Back to top button