Hemberkirina Kurdistanê digel her welatek din tiştek neraste

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê serdana pêşengeha navdewletiya Hewlêrê kir û gerek di nav beşên fuara bazirganiyê a Hewlêrê kir.

Nehemîn pêşangeha bazirganî navdewletiya Hewlêrê bi beşdariya şirket û kompaniyên biyanî û navxweyî ku, ji çend beşên cuda yên weke; pîşesazî, bînasazî, alavên navmalê, alav û amûrên zîraetê, teknolojiya û komunîkasyn, otomobîl û warên din pêk tê, duhî li bajarê Hewlêrê dest bi çalakiyên xwe kir.

Nêçîrvan Barzanî hevrê digel waliyê Hewlêrê, sefîr û konsulên welatên Brazîl, Brîtaniya, Amerîka, Almaniya, Austriya, Potugal, Îran, Urdin, Misir, Îmarat, Tirkiye û çend welatên din geriyanek di nav beşên pêşangeha navdewletiya Hewlêrê de kir.

Piştî serdana pêşangehê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê di preskonferensekê de bersiva rojnamevanan da û got ku, sal bi sal zêdetir şirket û kompaniyên biyanî beşdariyê di pêşandeha navdewletiya Hewlêrê de dikin  ”ev jî wê nîşan dide aboriya Kurdistanê sal bi sal ber bi pêş ve diçe”.

Barzanî got ku, eger digel parsal miqayîse bê kirin, ew kompaniyên îsal beşdar in bi kalîteyeke baş beşdarî kiriye û ”vê yekê jî dê di warê aborî û geşbûna aborî da tesîreke erênî li ser herêma Kurdistanê hebe.” serokwezîr got jî ku, salona fuarê biçûk e û hikûmeta herêma Kurdistanê pilan dike saloneke mezintir û moderntir ava bike.

Serokwêzîr di bersiva pirsekê de got:

– Hemberkirina Kurdistanê digel her cîyek din, tiştek neraste, çimkî her bajarek û her cîyekî taybetmendiya xwe heye û çênabe Hewlêr û Kurdistanê digel Dubey, yan digel her cîyek yan welatekî din miqayîse bikîn. Taybetmendiya Kurdistanê digel hemû welatên derdûr cudahî heye. Ya ku em dikin ji bona zêdetir geşesendin û xweşjiyaniya  hevwelatiyên Kurdistanê dikin, kar û xebatên me dê berdewam bin.

Nerîna min :