Helwestê hikûmetê li hember roketên Rusiyayê
Serokatiya civata wezîrên herêma Kurdistanê li dor avêtina roketên Rusiyayê bi ser asimanê herêma Kurdistanê û sekinandina geştên asimanî li her du bakefirxaneyên Hewlêr û Silêmaniyê, daxuyaniyek da û tê de bi fermî daxwazê ji Rusiyayê dike li şûna bikaranîna asimanê herêma Kurdistanê, alternatîvek din ji bo avêtina roketan û bombebarankirina bingehên DAÎŞÎ li Suriuyeyê peyda bike.Ev li jêr teksta daxuyaniyê:Ji roja 23ê mijdara 2015ê were û heta nuha çend caran geştên asimanî yên her du balefirxaneyên Hewlêr û Silmaniyê yên navdewletî bi hêceta ku Rusiya roketan bi ser asimanê herêma Kurdistanê re diavêje û bingehên DAÎŞê li Suriyeyê bomberan dike, ji aliyê berpirsên balefirvaniya sivîl a Îraqê ve hatine rawestandin.Em piştgiriya hemû operasiyonekê dikin ku li dijî terorîstên DAÎŞ be, lê ev yek çênabe bibe sedemê sekinandina geştên simanî li her du balefirxanyên Hewlêr û Silêmaniyê. Jiber ku sekinandina geştên asimanî bê şêwirî digel hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta federala Îraqê, tevî çêkirina arîşeyan ji bo hevwelatiyên Kurdistanê û misafiran, ziyanên madî yên mezin ji bo her du balefirxaneyan û sektora aborî û bazirganî li herêma Kurdistanê heye.Serokatiya civata wezîrên herêma Kurdistanê ji awayê van kiryaran dilgiran e û bi fermî daxwazê ji hikûmeta Rusiyayê dike zêdetir hevahengiyê digel hikûmeta federala Îraqê û hikûmeta herêma Kurdistanê bike, herwesa bi zûtirîn dem alternatîvek din, li şûna bikaranîna asimanê herêma Kurdiostanê, ji bo avêtina roketan bibîne.Ji ber cenga dijî terorîstên DAÎŞ û birîna budceya herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve û nizimbûna buhayê neftê li bazarên cîhanê, herêma Kurdistanê rastî kirîzeke êkonomî hatiye, û rawestandina geştên asimanî kirîzeke din ji herêma Kurdistanê re çê dike û egera qerbûkirina wan ziraran ji aliyê hikûmeta Îraqê ve gelek zehmete.Serokatiya civata wezîrên herêma Kurdistanê09.12.2015