Nivîsar

Helwesta Tosinê Reşîd ne babetê navê wî ye

Roja 14/ 07/ 2020, min nivîsek bi sernavê AMADEKARIYÊN ALFABEYA LATÊNÎ weşandiye û navê pênc kesan berê nivîsiye ku alfabeya Latênî ji bo Zimanê Kurdî amade kirine.

Tosinê Reşîd di rûpela xwe de herwekî min şaşiyeke bêveger kiribe, rexneyek bi nivîseke çewt weşandiye û gotiye: ”Min çend roj berê şiro vekir û bi taybetî ji Zeynalabdîn Zinar re nivîsî, wekî alfabeye kurdî, ya ser bingeha tîpên latînî; Erebê Şemo û Isahak Moragûlovê asorî, sala 1928 an amade kirine.”
Spas, mala wî ava be!

Li dawiya nivîsa xwe Tosin weha gotiye:
”Lê Zeynalabdin Zinar vê carê jî, ji bo amadekirina alfabeya kurdî dinvîse: Şemo Moragûlovê ermen 1929.
Gelo bi ducarkirina vê nerastîyê, armanca birêz Zeynelabdin Zinar çîye?”

Du babetên balkêş hene ku Tosinê Reşîd hay ji xwe nemaye:

YEK: ”…vê carê jî, ji bo amadekirina alfabeya kurdî dinvîse: Şemo Moragûlovê ermen 1929.”
Erê rast e ku min navê wî şaş nivîsiye weke (Şemo Marogulovê Ermen), lê navê rast Ishak Marogûlov ê Asûrî ye.

DIDO: Herwekî min du car li ser mesela alfabeyê nivîsiye Tosin dide xuyakirin, lê min tenê carek nivîsiye. Sedemê ku gotiye VÊ CARÊ JÎ… ji rastiyê dûr e.

SISÊ: Min di dawiya wê nivîsa xwe de weha gotiye:
”Gelo ji van pênc kesan zêdetir, hinekên dî jî di wan deman de xebat li ser Alfabeya Latênî ji bo Zimanê Kurdî kirine?”
Lê ev gotina min a dawîn bala Tosinê Reşîd nekişandiye. Eger kişandibûna, bê guman wî ev du-sê car li ser vê meselê nedinivîsî.

ÇAR: Tosinê Reşîd li têbiniyê jî weha ji bo min nivîsiye:
” Alfabea kurdî Erebê Şemo û Îsahak Moragûlov amade kirine. Ez hinge hê tune bûme. Ez tê nagihîjim, tu malûmatîya ji ku hildidî?”
Min gotinek, nebûkariyek ji bo Erebê Şemo negotiye. Herweha kesekî ku ne kerr û kor be, meriv agahdarî ji her deverê werdigire. Lewra ev 55 sal in ku ez li ser Çanda Kurdî rawestiyame. Herweha ev 25 sal in jî teknîkê arşîv xistine berîka meriv.

Tosinê Reşîd ev jî gotiye:
”Kekê Zinar, min jî (alfabe) nivîsîye, wekî alafabea latînî ji bo zimanê kurdî…”

Mala Tosinê Reşîd ava be!
Lê ne tenê Tosin, ez bi xwe jî, bi sedan rewşenbîrên Kurd li ser Alfabeya Latênî ya Kurdî nivîsîne.

Sosreta mezintir ev e ku Tosinê Reşîd pênc car navê min nivîsiye, her pênc car jî şaş nivîsiye. De îcar wê alfabeya wî çewan be? Binerin:
”Zeynalabdin, Zeynalabdîn , Zeynelabdin , Zeyneleabdîn, Zeynelebdîn”

Ji van meselokan zêdetir, hin kes piştgiriya Tosin kirine û derheqê min de peyvên bêrê nivîsîne. Ji wan yek bi navê xwe yê qelp weke ” Ronak Ronak Ronak” jî li têbiniyê weha nivîsiye: ”Armanca wî ew e ku Erebê Şemo Êzdî ye û ne tiştek din…”
Erebê Şemo ne Êzîdî bû, lê rewşenbîrekî Kurd bû.
Herwekî min bêrêziyek li pêşber Erebê Şemo kiriye, ne rast e, bi tu rengî min behsa Erebê Şemo nekiriye. Ez nizanim ku ev mentiq çewa dikare di serê kesekî ku navê xwe daniye ”Ronak” de peyda bibe?

Bê guman, gotinên wisa ji xwepiçûkdîtinê derdikevin, yanena Pîr Xidir û Timûrê Xelîl rind dizanin ku ez kî me.
Yê ku bi israr li serê rawestiya ku Diyaneta Êzîdiyan bête nivîsandin, di 1994an de ez bûme.

Ronakê me yê Batmanî hîn zêdetir pê ve çûye û bi kurdiyeke şelpitî weha gotiye: ”Ji bi navê wî jî bê gotin, lawê gavan çû kanîka Kanîbîkê şîlo kird…”
Yani Ronak efendî ez bi kurê gavanê Kanîbîkê şûfandime. Ango navê min nehatiye bihîztin, ez dixwazim ku navê xwe bidim xuyakirin!

Yazdeh sal berî ku ”Ronak” were dinyayê, min di 1963-64an de bi Zimanê Kurdî du berhem (wen nivîsende) nivîsîne.

Bav û bapîrê min di sedsala 12-13yan de, bûne xizmetkarê xwendin û zanînê û bi dehan mele, xelîfe ji nava wan derketine.
129 pirtûkên ku min nivîsine û bi perê xwe dane çapkirin, ger deynin ser hevûdu, wê ji bejna Ronakê bêtore bilindtir bibin.

Bila Ronakî çavek li Medyaya Kurdî bigerîne, wê bibîne ka ”kurê gavan” çi xizmet ji bo Çanda Kurdî kiriye.

Mirovek dikare xwe bi du-sê peyvan daxîne û dikare xwe bi dû-sê peyvan bide pejirandin.

Ey Tosinê Reşîd!
Tu rîspiyekî Kurdan î, navekî te heye. Tu jî dizanî ku min çu peyv ji bo Erebê Şemo negotiye. Tenê min navê Ishaq bi şaşî nivîsiye. Bo çi tu hinde xwe dadixînî jêrê û gotinên bêrê dibêjî?

Fermo bila careke din nivîsa min bête xwendin:
::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::
AMADEKARIYÊN ALFABEYA LATÊNÎ
Ji ber ku Kurd jî wek netewe ARÎ ne û zimanê wan jî şaxek ji yên Famileya Hindoewrûpî ye, ji mêj ve ye ku hin kesan hewl dane da Alfabeya Latênî li gor fonetîka kurdî amade bikin.
Kesên ku alfabe ji bo kurdiya kurmancî amade kirne, ev in li jêrê:
Garzonî yê Îtalî: 1787
C. Loq ê Elmanî: 1884
Xelîl Xeyalî yê Motkî: 1913
Şemo Marogulov ê Ermen: 1929
Mîr Celadet Elî Bedrixan: 1932
Berhemên Garzonî û yên C. Loqî, niha di arşîva min de hene.
Lê gorbihişt Xelîl Xeyalî pêrgê bêşansiyeke mezin bûye û Şerê Cîhanê yê pêşî dest pê kiriye.
Lê belê xebata herî zêde ku rewneqa xwe li hemû herêmên Kurdistanê niha vegirtiye, xebata Mîrê Kurdistanê gorbihişt Celadet e.
Gelo ji van pênc kesan zêdetir, hinekên dî jî di wan deman de xebat li ser Alfabeya Latênî ji bo Zimanê Kurdî kirine?
14/ 07/ 2020
:::::::::::::::::::::::::::::::::::::::

Hemû nivîsên Tosinê Reşîd û yên ku li têbiniyê hatine nivîsandin, li ba min têne parastin.
Yekî jî ji bo min weha gotiye: ” mêrik carina nizane bê çi dibêje..”
BILA KES XWE NEWERPIXÎNE, Zeynelabidin Zinar BAŞ DIZANE KU ÇI DIKE Û ÇI DIBÊJE.

18/ 07/ 2020,

Zeynelabidin Zinar

Back to top button