Polîtîk

Helwesta PYDê seqet kirina azadî û demokrasîyê ye

Partiya Azadiya Kurdistanê PAK girtin û ji derêxistina serokê ENKSê Brahim Biro ji Rojavayê Kurdistanê şermezar kir. Di vê derbarê de daxûyaniya Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê eve: Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik, Têlefonî Serokê ENKSê Brahîm Biro KirSerokê Giştî yê PAKê rêzdar Mustafa Ozçelik îro(14.08.2016) peywendîyeke telefonî li gel serokê ENKSê rêzdar Brahîm Biro danî.Rêzdar Mustafa Ozçelik jiber binçavkirina cenabê wî, derbasîbûyîn ji rêzdar Brahîm Biro re xwest. Herweha nerazîbûna xwe ji binçav kirin û derxistina cenabî wî ya ji Rojavayê Kurdistanê anî ziman. Rêzdar Mustafa Ozçelik, got ’’Ev helwesta seqet kirina azadî û demokrasîyê ye.Divê PYD,TEVDEM û rêveberîya Rojavayê Kurdistanê zûtirîn wext jibo pêkanîna rêveberîyeke hevbeş ya eskerî, sîyasî û aborî ya hemû partîyên Kurdan gavan bavêjin. Serkeftina gelê me dê bi rêzgirtina li hevdu û bi tifaqê pêk were. Em vê binçav kirin û derxistina ji Rojavayê Kurdistanê, wekî binpê kirina azadîya ramanî û birêxistin bûyinê dibînin’’Rêzdar Brahîm Biro jî spasîya xwe pêşkêşî Rêzdar Mustafa Ozçelik kir û got ‘’Emê xebatên xwe li Rojavayê Kurdistanê pêşdetir bibin’’14.08.2016Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Back to top button