Wezira derve ya Swedê, Ann Linde di derbarê helwesta welatê xwe ji PKKê li ser hesabê xwe yê Twêtterê daxûyaniyek ragihand.
Wek tê zanîn Tirkiye ji bo helwesta Swed hêceta ku rê dide PKKê û wan teslimê Tirkiye nake li dijê endametiya Swed a NATO yê derdikeve.Tirkiye li gora xwe Swed bi awayekî tawanbar dike. Li ser hinek dezenfarmasyona Ann Linde daxûyaniya xwe ragihand.
Lind di daxûyaniya xwe de dibêje:
“ Ji ber dezenformasyonên berfireh ên li ser Swêd û PKKê, em dixwazin bînin bîra we ku piştî Tirkiyê, Hikûmeta Olof Palme yekemîn welat bû ku di 1984an de PKK xiste lîsteya rêxistinên terorê de. Ev helwest nehatiye guhertin.“