Nivîsar

Helwesta Leyla Qasim ji bo têkoşîna siyasî ya jinan bedel da

Piştî darvekirina Leyla Qasim gelek ciwan ji her du zayendan beşdarî têkoşîna tevgera siyasî ya Kurdistanê bûn..

Zîba Taha

Tevlîbûna jinan a siyasî li Rojhilata Navîn bi taybetî li Kurdistanê rengekî taybet girtiye ku cudatir ji hebûna jinê di siyasetê de weke karakterên serkeftî yên cîhanê bûye faktora bandor û rola jina Kurd.

Beşdariya siyasî li hin welatên Rojhilata Navîn di sedsala 20an de dibe ku ji bo zêdetir xurtkirina mafên civakî yên jinan be, lê ji bo me kurdan wateyek din heye û rizgariya neteweyekê ji koletî û bindestiyê bûye. Mêr vê berpirsiyariya netewî hîs dikin û di cîbicîkirina wê de xwedî hebûneke serkeftî bin xwedî plan û şoreşên siyasî bin. Li vir em ê mînaka jineke leheng wek Leyla Qasim bînin ziman ku karîbû bi canê xwe nasname û neteweya xwe ya kurdewarî biparêze û bû sembola fedakariya jinan ji bo bawerî û welatê xwe. Bi taybet darvekirina jinan di mijara netewbûna Siyasî de.

Helwesta neteweyî ya Leyla Qasim girîngî da beşdariya jinan a siyasî û bû rêbazek ku, bi hezaran jin ji bo parastina rûmeta gelên ku bê cudahî ji her du zayendan diparêzin tevlî refên têkoşînê bûn. Jinên din jî amade ne ku beşdarî guhertin û têkoşîneke ku ew ê can û bedenên xwe ji bo piştgiriyê feda bikin.

Dibe ku me wek Kurd lêkolînên akademîk li ser mebestên sereke yên ku bûne sedema beşdarbûna girîng a jinan di tevgera rizgarîxwaziya Kurd de heta asta îdamê, ji bo bersivdana pirseke cidî ya ku pêwîstî bi têgihiştineke kûr a çalakiyên siyasî yên jinan li Rojhilata Navîn hewce dike, kêm kiriye.

 Wê demê Bi taybetî jinên Kurd ku nayên nenaskirin, lê aliyên wan ên cuda divê baştir werin pêşkêşkirin û nîqaşkirin. Mînaka Leyla Qasim bersiva gelek pirsan dide ku jinên Kurd wê demê nedixwestin li derveyî tevgerên siyasî bixebitin, lê xwe di heman çarçoveya bîrdozî û ramana siyasî de dîtin. Leyla Qasim endamekî çalak ê partiyeke siyasî bû endama Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bû. Ew dilsoz û peyrewê rêya pîroz a Barzanî bû û şanaz bû ku kariye bi canê xwe nasnameya xwe ya Kurdistanî biparêze.

Ramana Leyla Qasim ji me re dibêje ku jina Kurd dikare bibe xwedî bandoreke siyasî û guhertinên mezin ên siyasî çêbike, û bûye sembolek ji bo jinavbirina cudahiya rewşenbîrî ku tenê mêr dikarin bibandor bin û nexşerêya siyasî ya neteweyê biguherînin, ji ber ku piştî darvekirina Leyla Qasim gelek ciwan ji her du zayendan beşdarî têkoşîna tevgera siyasî ya Kurdistanê bûn û li ser pêşxistina şoreşê û bidestxistina mafên neteweya xwe israr kirin, ji ber vê yekê em serbilind in ku beşdarî tekoşîn û wêrekiya jinên Kurd bûne. Leyla Qasim û wê bikin pêşenga jinan di fedekarî û berxwedanê de.

Back to top button