Helwesta Başûr li hember çekdanana PKKê
Serokê Kurdistanê careke cin piştevaniya xwe ji bo pêvejoya aşitiyê li bakurê Kurdistanê û Tikriyeyê diyar dike û dibêje ku, ew amadeye ji bo serketina pêvajoya aşitiyê hemû alîkariyan bike.
Hêmin Hewramî berpirsê têkeliyên derve yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) helwestê partiya xwe û serokê Kurdistanê li dor pêvejoya çareseriyê li Tirkiyeyê û çekdanan Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) eşkere dike û dibêje ku, Mesûd Barzanî serokê PDKê ku, serokê herêma Kurdistanê ye jî, piştgiriyê li pêvejoya aşitiyê dike û ew naxwaze bi ti awayî pirosesa şareseriyê li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê paşde vegereyan jî bixetime .
Li got rojnameya War, Hewramî gotiye ku, her ji destpêka pêvajoyê rola serokê Kurdistanê roleke serke û ber bi çav bûye û serokê Kurdistanê pêşwaziyê li peyama Ocelan ya çekdanan PKKê dike û li gor Hewramî ew pêngav dê hêzeke din bi pirosesa çareseriya pirsa kurdî li Tirkiyeyê bide.
Hêmin Hewramî ku ew endamê serkirdayetiya PDKê ye jî, dibêje:
– Her ji destpêkê herêma Kurdistanê stratejiya çareseriya pirsa kurdî li Tirkiyyeê bi aşitî kiriye armanca xwe û rola serokê herêma Kurdistanê û serokwezîrê herêma Kurdistanê di vê pirsê de roleke serke û karîger bûye, û ew rol berdewam e. PDK û hikûmeta herêma Kurdistanê bawerî bi wê yekê heye ku çareseriya pirsa kurdî li Tirkiyeyê hem ji bo timama kurdan li Rojhilata Navî û hem jî ji bo Tirkiyeyê qazance. Eger pirsa kurdî li Tirkiyeyê çareser bibe Tirkiye jî weke dewlet bihêztir dibe.
– Herêma Kurdistanê di wê baweriyê de ye ku bêdengkirina çekan, çi ji aliyê PKKê û çi jî ji aliyê Tirkiyeyê ve, gelek giringe û dibe sedemê hişkirina rondikên dayîkan, tevî vê jî ev serdem serdema xebata medenî ye û gelek guhertin bi ser deverê de hatine. Pêwîste her du alî fêdey ji van derfetan werbigirin ji ber ku yek sanîyeya jiyana bi aşitî ji sed salên cengê baştire.