Kultur

Helbestekê Kurdî ya çar hezar salî

Nivîskar Zeynelabidin Zinar li ser rûpela xwe ya tora civakiya facebookê, dîsa wekî her car babetekê balkêş parvekiriye. Nivîskar helbestekê Kurdî ya çar hezar salî parvekiriye û wiha nivîsiye:

HELBESTEKE ÇARHEZARSALE

Helbesteke Kurdên Hitîtî li ser evînê bi kurdiya kurmancî ku berî çar hezar salî hatiye nivîsandin, li ser selekî (ferş) hatiye dîtin. Piraniya peyvên ku tê de hene, niha jî di kurdiya kurmancî de têne bikaranîn.
Helbest ev e li jêrê:

Xwezdî ez tu hev re bin
Bi hev re herin Xorînê
Wer dî bihêrin kotra bin
Bang din bi hev re narînê
Dwînî kotra hêra bûm
Awaz ji cîr dixwînê?
Fîrabil û beyaban
Hawar ji dest evînê
Ez û tu watu yekdil win
Hêzan cwadî wînê
Wêra pêkra hifne wîn
Bircînê ya binvîsê
Çavkanî: Mihemed Akboga
15/ 05/ 2020

Back to top button