Kultur

Helbest: Westandim

WESTANDIM

arzûyên

li ber bayê felekê ketî

dara bextewariya biharên

pel weşandî

qêrîna gewriya bedenên

şewitî

û stûyê mezlûmên

bi kindira sêdarê ve

daliqandî

ez westandim

hovitiya

celadên serdeman

êşkenceya zîndanên rûreş

xwîna wek çemên melûl

herikînî

û bêhna cendekên ji kolanan

difûre

ez westandim

cehaleta

zimandirêjên xwenenas

axa şaristaniya ku ji kezebê

dinale

sînga berbangên

êş û keseran dikişîne

û rondikên

di korta çavên dayikan de

cemidînî

ez westandim

zarokên li quncikên tenha

sêwî mayî

xeyalên saf û sefîl ku hatinî dizîn

endîşeyên dahatûya nediyar

û bêdengiya

Cîhana ker û kor

ez westandim

agirpêta

eşqa dilê sipîsar bûyî

qedera

kirasê xerîbiyê li bejna xwe

pêçayî

jana bêxewiya şevistanên payî

û tirsa ketî zikê tava heyvê

ez westandim

kul û kederên laşê demsalên

bêçare

hêviyên bask şikestî

keştiya giyanê li nav pêlên har

asê mayî

hêrs û nefsa mirovên hesûd

û zilma çaxên genî

ez westandim

şîrheramên

li baxê hezkirinê kemîn vedanî

xençera di cîgerê wîjdanê re

çûyî xwarê

tenêtiya li nav qelebalixan

dengvedana ramanên kûr

giraniya barê tûrikê pirsên

nependî

û gera li pey bersivên

di mêjiyê min de diçeliqin

ez westandim

Xizan Șîlan

2018-09-22

Stockholm

Back to top button