Civak

Hejmarek ji girtiyên zîndana Loristanê revîn

Hejmarek girtiyên ji girtîgeha bajarê Xuremavaya parêzgeha Loristana Rojhilatê Kurdistanê revîn û yek ji wan hatiye kûştin û yekî din jî birîndare.

Mehmûd Semînî Cîgirê Parêzgerê Loristanê yê Karubarê Emnî dibêje: Piştî ku 23 girtî ji girtîxaneyê revîn, rûbirûbûna li navbera hêzên emnî û reviyan pêkhatiye û li encamê da girtiyek hatiye kûştin û yekî din jî birîndarbûye. Mehmûd Semînî balê dikşîne li ser wê yekê ku niha 20 girtî karîne birevin û got: “Lêkolîn ji bo lêgerîn û destgîrkirina wan girtiyan destpêkiriye”.

Eve di demek deye ku li gor hinek nûçeyên herêmî 35 girtî revîne û 8 polîs jî hatine kûştin.

Back to top button