Kultur

Hejmara nîsanê ya Le Monde diplomatique kurdî derket!

 
Hejmara Le Monde diplomatique kurdî ya nîsanê bi naverokeke dewlemend derket û li firoşgehên çapameniyê cîhê xwe girt. Hejmara 17an ya Le Monde diplomatique kurdî bi mijarên li ser siyaset û çanda Kurdistan û cîhanê ve dagirtî derket pêşberî xwendevanên xwe.

Di vê hejmara rojnameyê de ji aliyê redeksiyona kurdî du nivîsar hene. Ya yekemîn nîvîsara Prof. Dr. Ilhan Kizilhan ya bi sernavê ´´Nasname û Netewe´´ ye. Dr. Kizilhan di nivîsara xwe de pêvajoya avakirina ´´neteweya kurd´´, têkiliya globalîzm, nasname û neteweyê û di pêvajoya netewebûyinê de rista rewşenbîran dinirxîne û bal dikşîne ser xetereyên li pêşiya Kurdan di avakirina netewbûn û perwerdekirina neteweyî de.

Nivîsa duyem ya redeksiyona kurdî jî bi sernavê ´´Nasname û Herêm´´ ji aliyê nivîskar Munzur Çem ve hatiye nivîsandin. Munzur Çem di warê nasnameya etnîkî û berxwedanê de kurdên kirmanc (kird, dimilî, zaza) dinirxîne. Nivîskar di derheqê nasnameya dimîliyan de lêkolîneke çavkaniyên dîrokî dike û di tekoşina neteweyî ya kurdan de li ser rola kurdên kirmanc radiweste. Disa nivîskar îdiaya zazakî ne kurdî ye û zaza jî ne kurd in vedikolîne û pirsa ev îdia çawa ketiye rojevê dibersivîne, di heman demê de balê dikşîne ser lîstikên dewletê yên li ser kirmanc û kurdên elewî.

´´Arşîva Bîra Kurdan´´ ya Le monde diplomatique kurdî, bi beşê duyem yê nivîsa Chris Kutchera ´´Berûdistana kurd, Lawaziya berxwedanekî perçebûyî´´ didome. Chris Kutchera di vê beşê de rewşa serek û rêxistinên kurd yên wê demê tîne ziman û rewşa belawela û parçebûna wan bi kûrahî destnîşan dike û şanî dide ku kurd ne tenê ji aliyê dijmin û ji aliyê şerê navxweyî lê herwiha ji aliyê dostên xwe jî tên parçe û belavkirin.

Di rûpela ´´Çand û Hûner`´ ya vê mehê de jî danasîna pirtûkek û kovarek heye. Salihê Kevirbirî pirtûka Rojen Barnas ´Hingê´, Kejo Bajar jî bi sernivîsa tîpên qedexekirî ´Kovara W´yê ji bo xwendevanên Le Monde diplomatîque kurdî dinirxînin. Vê mehê rûpelên rojnameyê bi wêneyên wênasazê kurd Ismet Polatli hatiye xemilandin. Kurtenivesek jî li ser jiyana wênesaz Polatli hatiye nivîsin. Rojname di rûpela xwe ya dawî de bi nivîseke li ser kovarên kurdi radiweste û cîh dide kovarên kurdî.

Alain Vicky di nivîsa xwe ya ´´Desthilata nerm û qada nû ya kar ´´ de behsa têkiliyên aborî yên di navbera Tirkiyeyê û dewletên Afrikayê de dike û bi îstîtastikan destnîşan dike ku bandora Tirkîyeyê her diçe li parzemîna reş zêde dibe. Li gor hejmarên ku Alain Vicky berbiçav dike hecma bazirganaya Tirkiyeyê ya bi dewletên Afrikayê re di 2009an de gihîştiye 20 milyar dolaran, ku ev hejmar li gorî 2003yan sê qat zêde bûye.

Bayê raperîna ku bi çirûska li Tunusê dest pê kir, li cîhana ereban bê westan weşîna xwe didomîne û niha jî Sûriyeyê girtiye bin bandora xwe. Le Monde diplomatique, di vê hejmarê de bi sernavê ´´Herêmeke Ku Dikele´´ cîh daye gelek nivîsar û analîzên bijarte yên wek:

•    Georges Corm: Yekitîya ji nû ve hatî peydakirin a gelên ereb.
•    Jean-Pierre Sereni: Petrola libyayê dest diguherîne.
•    Rachid Khecena : Şoreşa li dijî bedewînokratiyê û lîderê wê
•    Ignace Dalle : Û li Fasê melîk peyivî…
•    Samîr Aita : Aboriya sîyasî di dilê ´´bihara ereban´´ de serîhildana ji bo bêhtir dewlet û kêmtir desthilatê
•    Serge Halimi : Davîkên şerekî.
Û di vê hejmarê de nivîsarên wek:
•    Christofhe-Alexandre Paillard:Vejen(enerjî) faktora herî girîng a pêşketina dinyayê.
•    Evelyne Pieller: Huner Çi ye?
•    François Denord, Paul Lagneau-Ymonet û Sylvain Thine: Le siecle(Sedsal), dîmenê nepixandî yê elîta desthilatdariyê.
•    Fredric Lordon: Berfirehkirina qada regresyonê.
•    Fredrick Ojardias: ´´Karkerên berdest´´ ên Koreya Başûr
•    Gerard Dumenil û Dominique Levy: Dijberiya li Waşîngtonê.
•    Herry Harootuinan: Xaniyên japon diderizin, cîh digirin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button