Hejmara bazirganên mirovan li Almanyayê zêde bûye
Li gel ku jimara koçberên neqanûnî yên hatin Almanyayê rekorek zêde bû, ev rewş di hejmara qaçaxçîyên mirovan de jî xuya bû. Hat ragihandin ku heta dawîya meha Tebaxê hezar û 681 qaçaxçîyên mirovan hatine girtin.
Hat ragihandin ku zêdebûna hejmara koçberên neqanûnî yên ku di van du salên dawî de berê xwe dane Almanyayê, hejmara girtina mirovan ên ku ji alîyê polîsên federal ên sînoran ve hatine girtin jî zêde bûne. Welatîyên Tirkîyê di nava kesên hatin girtin de di rêza yekemîn de cîh girtin.
Hat diyarkirin ku di hejmara bazirganên mirovan de, di hejmara welatîyên Almanyayê jî zêdebûnek mezin heye.
Wezareta Karên Navxweyî ya Federal li ser pirsa Serokê Koma Meclîsê ya Partîya Çep a mûxalefetê Dietmar Bartsch bersiv da û diyar kir ku di salên dawî de hejmara kesên ku bi gumana revandinê hatine girtin zêde bûye.
Li gor nûçeya Tora Edîtoran a Alman (RND), li ser bersiva Wezaretê ya li ser pirsa Meclîsê, di sala 2021an de hejmara bazirganên mirovan ên ku bigumana kesên biyanî anîne welêt, bi giştî 2 hezar û 132 kes hatine girtin.Ev hejmar par bû 2 hezar û 728. Îsal hat ragihandin ku ev hejmar heta 31ê Tebaxê hezar û 683 bû.
Sûrîyeyî di bazirganîya mirovan de pêşengîyê dikin Li gor daneyên Wezareta Karên Hundir, di nava 3 salên dawî de welatîyên Sûrîyê di nava qaçaxçîyên mirovan de di rêza yekemîn de ne.
Hat ragihandin ku gumanbarên bazirganîya mirovan ên di sala 2021ê de û di 540 dozan de hatine girtin Sûrîyeyî ne. Hat ragihandin ku ev hejmar par derketiye 599an.
Tê gotin ku heta dawîya meha Tebaxa îsal di derbarê 263 Sûrîyeyîyan de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Hejmara qaçaxçîyên welatîyên Tirkîyê gelekî zêde bûye Di van salên dawî de hejmara welatîyên Tirkîyê yên ku ji alîyê Polîsên Federal ên Alman ve hatine girtin û bi tohmeta qaçaxçîtiyê hatin binçavkirin zêde bûye.
Di sala 2021ê de tenê 111 Tirk bi tohmeta bazirganîya mirovan hatine girtin, ev hejmar di sala 2022an de bûye 285. Hat diyarkirin ku heta dawîya Tebaxa îsal 140 Tirkên ku bazirganîya mirovan dikin hatine girtin.