Serok Barzanî bi minasebeta salvegera kîmyabarana Helebcê daxûyaniyek da û got: “Hêj hizra şovenîstî li Iraqê serdest e û înkara mafên gelê Kurdistanê tê kirin.”
Serok Barzanî di tora medya civakî de daxûyaniyek di derbarê 33mîn salvegera komkujiya Helebce da. Barzanî dibêje:
“Cihê şermeke mezine piştî tawana kîmyabarana Helepçeyê û ew jenosayda li dijî xelkê Kurdistanê hate encamdan, hê jî deng û eqliyeta şovenî li Iraqê da destbilinde û înkariya mafên gelê Kurdistanê tê kirin.”