Heger tespîtên rast nebin çareseriyek bi akilane jî nabe
HEGER TESPÎTÊN RAST NEBİN, ÇARESERİYA MILÎ Û BI EDALET Û RASYONAL JÎ NABE… Îbrahîm GUÇLUI([email protected])Sê partiyên Kurdistanê (PAK, PDK-BAKUR, PSK) şerê li Başûrê Kurdistanê û Şengalê pêk hatiye, wek “şerênavxwe” bi nav dikin, an watedar dikin.Ev tespîteke gelek şaş e.Ew tê wateyê ku rastiya PKKê û Başûrê Kurdistanê nayê nas kirine.Şerê li Şengalê Şerê Îran û Iraqê û Sûriyeyê li hemberî Dewleta Federe ya Kurdistanê ye.Dewletên Kolonyalîst bi destê PKKê vî şerê didomînin.Şerekî wekaletê ye.Dewletên kolonyalîst dixwazin bi şerê wekaletê, pêşiya dewletbûna Kurdistanê bigrin.DEWLETÊN KOLONYALÎST DI SERÎ DE JÎ ÎRAN GELEK VEKIRÎ AŞKERE DIKIN KU LI DİJÎ DEWLETBÛNA KURDİSTANÊ NE.LOMA JÎ DI SERÎ DE BI PKKÊ RE BI HEMÛ HÊZÊN KURDISTANÊ YÊN NE MILÎ RE PİŞTGIRÎ DIKE.PKKÊ JI BONA PÊŞİYA ÇARENIVÎSIYA MİLETÊ KURD BI DEWLETEKE SERBIXE PÊK BÊ; PÊŞIYA SERWERÎ Û DESTHILATDARIYA MILETÊ KURD BIGRE, HATIYE AVA KIRIN.PKKÊ LOMA Bİ AKTÎFÎ LI DIJÎ DEWLETA MİLÎ YA KURD ŞER DİKE.Heta ew dewletan dixwazin ku hukumranî û serwerî û desthilatdariya miletê kurd li Başûrê Kurdistanê jî nemîne û ji holê rabe.Heger sê partiyên me tespît kirine ku PKKê rêxistinek Kurdistanê ye, wê demê divê PKKê bê qeyid û şert û bê şer, ji Başûrê Kurdistanê û “Şengalê” derkeve.Lê bi salan e ku ji wan re tê gotin, ew wezîfeya xwe ya wekaletê ji bona pêk bînin, ji Kurdistanê û ji Şengalê dernakevin.Dewleta Federe ya Kurdistanê jî mecbur e ku hukumranî û serwerî û desthilatdariya xwe li Kurdistanê biparêze û ava bike.Loma jî dema ku PKKê bi rizaya xwe derneket, Dewleta Federe ya Kurdistanê, ji bona ku hukumranî û serwerîı û desthilatdariya xwe biparêre, hêzên çekdar yên biyanî û yên wekaleta dewletên kolonyalîst dikin ji Kurdistanê derxe, grêdayî meşruiyeta xwe ya civakî hiqûqa xwe ya milî û hiqûqa navnewetî wezîfeya xwe pêk bîne.Wê demê jî nayê wê wateyê ku Dewleta Federe ya Kurdistanê kurdan dikûje. Ew şera, “şerênavxwe” ye.Amed, 6 Adar 2017