Heger çareserîyekê pêk bîne em dikarin bi hemû alîyan re bicivin
Hevserokê Giştî yê Partîya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) Tuncer Bakirhan, têkildarî hilbijartinên herêmî daxuyanîyek jib o hevkarîyê da. Bakirhan di derbarê îdîayên ku dibêjin HEDEP ji bo hilbijartinên herêmî bi hikûmeta AK Partîyê re hevdîtinan dike diyar kir ku niha tu hevdîtinê nakin û wiha got: “Dema ku wext hat em dikarin bi herkesî re hevdîtinê bikin.
Heger ew çareserîyekê pêk bîne çina na”. Bakirhan anî zimên ku di dema çûyî de tifaqa ku wan bi hinek alîyan re kiribû neçû serî û got: “Hêzên ku bi pirsgirêkên giştî yên civakê re têkildar in û nêzî hev in, tên cem hev. Heger tifaqek destkeftîyan neafirîne, civakî nebe, navnîşanan çêneke, pêwîst e xwe rexne bike. Di encamê de derket holê ku wê tifaqê xizmeta tiştê ku me gotî nekir. Tifaqa me nekarî têra xwe civakî bike û hêzê kom bike. Ew tenê ji hilbijartinê re sînorkirî bû. Berê jî me gelek caran ceriband, tifaqa ku bi hilbijartinan re sînordar be bi kêrî civakê, gelê me û kesekî din nayê“.
Bakirhan, anî zimên ku deng û rayên Kurdan ne ewqasî sivik in lê bi bedelên mezin heta bi îro hatiye û got ku ji îro û pê de heger tifaq û hevkarî bên kirin jî, divê ew tifaq ne di pişt perdeyan de û veşartî lê alenî û eşkere bin. Bakirhan da zanîn ku heger çareserîyekê pêk bîne û xizmetê ji çareserîyê re bike, ewê bi herkesî re hevdîtinan bikin.