Hebûna şer hebûna PKKê ye
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) nikare jiyana xwe ya siyasî di rewşeka aram, di rewşeka aşitî û bi îstîqrar da berdewam bike û pêşbikeve, jibona ku ew bikaribe berdewamiyê bi karwanê xwe yê siyasî bide jiyana wê ya siyasî qut nebe, divê ew hergav û dem di nav şer û pevçûnan û di nav rewşeke tijî alozî, pirsgrêk û tevlîheviyê da be.
Dema di berya çend salan pêvejoya aşitiyê li Bakurê Kurdistanê dest pê kir, her çi qas em hemû dzanin ku ew ne danpêdana hemû mafên rewayên gelê kurdistanê bû, lê jibo hîngê ew destpêka proseseka dirêj bû û destpêşxeryeke baş bû ji aliyê hikumeta Tirkiyê ve. Di nava wan salên pêvejoya aşitiyê, pêvajoya çareseryê û bêdengbûna çekan da, rewşa Bakurê Kurdistanê normal bû, xelkê bêhna xwe da, aboriya deverê başitir bû û hikumetê dest bi hindek projeyan kr, Bakurê Kurdistanê, bi gşitî di hemû waran da, bi taybetî di warê aburî û civakî da geşbûnek bi xweve dît.
PKKê hest pê kir ku êdî rola wê roj bi rojê lawaz dibe, bandor û tesîra wê li ser xelkê Bakurê Kurdistanê kêm dibe, ev rewş ne li gor dilê Qendîlê bû û lêxebitîn ku pêvajoya aşitiyê têk bidin, jnav bibin. Çekdarên PKKê bi kuşitina du polîsên Tirkiyê pêvajoya aşitiyê beravêtî kir û careke din dengê çekan bilind bû û dengê aşitiyê qut bû.
Herdema fokus li ser PKKê nemîne, ew dest bi çêkirina tevlîheviyan dike ji aliyekî da ku fokus bikeve ser PKKê û ji aliyek din ve daku ew bazirganiya xwe di bin perda şerî da berdewam bike.
Heyamekî HDP li Bakurê Kurdistanê baş pêşde çû û rola Selahedîn Demîrtaş di nav cemawrê PKKê û HDPê da bilind bû, heta dewletên Yekêtiya Ewropayê jî pesina rola dDemîrtaş dan û rola wî baş dihat nirxandin. Qendîlê hest pê kir ku rola wan kêm dibe û rola Demîrtaş bilind dibe. Jibona ku PKK hisara li ser xwe bişkîne, xwe îspat bike, wê çi kir? PKKê dest bi şerê nava bajarên Bakurê Kurdistanê ku, bi “Şerê Xendekan” tê naskirin, kr. Armanc ji vî şerê xendekan ew bû ku, careka dî Qendîk xwe weke hêz û aliyê PKKê yê sereke nîşan bide, rola HDPê û Selahedîn Demîrtaş bê qîmet bike. Jibona van destkeftiyên pûç û vala, çekdarên PKKê bajarên kurdên welatperwer wêran kirin, xelkê wan derbeder û perîşan kirin û bi dehan ciwanên kurd di wî şerê bê mana da jiyana xwe ji dest dan. Ev hemû ji bo çi? Ne ji bo berjewendiya kurdan bû, ne ji bo bidestxistina mafên gelê kurd bû, bi tenê daku PKK bêje vaye ez heme.
Di van hilbijartinên dawyê da, bi taybetî di hilbijartina serokşaredarê Stenbolê da, çend peyamên serokê zîndanikriyê PKKê Evdila Ocelan li ser hilbijartinan ji raya gişitî ra hatin aşkera kirin. Di heman wext da Selahedîn Demîrtaş ji zîndanê çend peyam li ser wan hilbijartinan weşandin. Di wan peyaman da helwesta Demîrtaş û Ocelan hevdij bûn. Demîrtaş pşitevaniya berbijêrê CHPê û Ocelan jî pşitevaniya berbijêrê AKPê dikir. Qendîlê jî helwesta xwe ya tayabet hebû. Van helwestên cuda û hevdij nakokiyên nava PKKê zêde û kûrtir kirin.
Iha di vê demê da, ji bona veşartina nakokiyên xwe, serokatiya PKKê li Qendîlê damezirandina hêza bi navê “Hêza Parastina Cewherê Başûrê Kurdistanê” ragehand. Bi ragehandina vê hêzê, Qendîlê xwest hem nakokiyên xwe veşêre û hem jî careka din balê bikşîne ser xwe ku heyî û neyî, ne Demîrtaş û ne Ocelan e, bi tenê Qendîl e.
Nasrat Hacî
2019-07-10