Pirsa Rojevakurd: Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi alîkariya hikûmeta Îraqê û hin aliyên din hewil dide Şingalê ji başûrê Kurdistanê veqetîne û weke kantonek ser bi Îraqê ve îlan bike.Ji aliyê din, hûkumeta Herêma Kurdistanê û hin aliyen din jî hebûna PKKê li Şingalê qebûl nakin û dixwazin PKK ji wê deverê derkeve.Gelo dîtina we li ser vê pirsê çiye? Hûn man û neman, hebûn û nebûna PKKê li Şingalê çawa dinirxînin?Roger Cager bersiva Rojevakurd dide û dibêje: Şaşitî ew e ku mirov hîn PKKê wek rêxistineke Kurdan bibîne. Loma tiştê ku PKK dixwaze li Şingalê jî bike, tiştê ku li başûrê rojavayê Kurdistanê û bakûrê Kurdistanê jî dike li gor armanc û siyaseta wî gelek xwezayiye.
Bersiva Roger Cager:Slav û Rêz BrêzanEz pêşiyê lêborîna xwe dixwazim. Ji ber pirsgirêkeke teknîkî min maîla we dereng dît. Loma bersîva min jî dereng ma. Dubare doza lêborînê dikim.Bi raya min divê mirov mijarên ku ji bo qedera miletekê girîng in, bi rêxistinekê ve yan bi aliyekê ve girê nede. Divê em van meseleyan di çarçoveya sîyaseta netewî û li gor berjewendiyên netewî binirxînin.Di serî de ne bi tenê li Şingalê, li ser hemû parçeyên Kurdistanê divê hebûna rêxistineke çekdar ku doza dewletbûnê nake neye qebûl kirin. Piştî ku armanc ne dewletbûn be, hebûna çekan wê bi tenê xisarê bide miletê Kurd û asteng be li pêşiya doza Kurdistanê. Êdî navê wê rêxistinê çi be û li ku derê Kurdistanê be, divê bê pasîfîzekirin. Ji ber ku çekên ne di ximeta dewletbûnê de bin misoger di xizmeta dijminan de ne.Ger em bi taybetî li ser hebûna PKKê ya li Şingalê nirxandinan bikin, wê mijar baş neye famkirin. Ji ber ku PKK tiştê ku li Şingalê dixwaze bike, li başûrê rojavayê Kurdistanê bi pratîkî pêk anîye û em rewşa xwişk û birayên xwe yên başûrê rojavayê Kurdistanê dibînin.PKK heta îro bi teqandina bembeyan li bajarên Kurdan, bi revandina sîyasetmedarên Kurd, bi şehîdkirina Pêşmergeyan, bi kolandina xendekan, bi daxuyaniyan, bi hemû helwest û tevgerên xwe ispat kiriye ku ne rêxistineke Kurdan e, li dijî dewletbûnê têdikoşe û xizmetî dagirkeran dike. Rastiya PKKê ev qas dîyar e. Şaşitî ew e ku mirov hîn PKKê wek rêxistineke Kurdan bibîne. Loma tiştê ku PKK dixwaze li Şingalê jî bike, tiştê ku li başûrê rojavayê Kurdistanê û bakûrê Kurdistanê jî dike li gor armanc û siyaseta wî gelek xwezayiye.Loma bi ya min divê ne bi tenê li Şingalê, hebûna PKKê li tu derê Kurdistanê neye qebûlkirin û fikra entegrasyonê ku PKK temsîla wî û têkoşîna wî dike ji Kurdistanê bê paqijkirin.09.02.2017Roger Cager