Polîtîk

Hebûna PKKê li Şingalê cihê metirsiyê ye

Serokê Desteya Navçeyên Kurdistanî yên Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê Nesredîn Seîd ragihand ku, hebûna PKK û her hêzekî din li Şingalê cihê metrsiyê ye, lewma divê PKKê wek Pêşmerge bike, ku dema Kobanî rizgar bû û erkê xwe bi cih anî, vegeriyan Herêma Kurdistanê.Nesredîn Seîd Serokê Desteya Navçeyên Kurdistanî yên Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Pêwşst e PKK li Hêzên Pêşmerge binêre, ku çawa çûn Kobanî û piştî rizgarbûna wî bajêrî vegeriyan. PKK jî bi heman awayî ji Şingalê paşve vekişe.”Seîd wiha got: “Ji ber ku mana her hêzeke çekdarî jibilî Hêzên Pêşmerge li wê navçeyê, dibe ku di pêşerojê de bibe sedema wê yekê ku rewşa navçeyê têkeve nava metirsiyê de û careke din xelkê navçeyê bibin qurbanî, lewma pir pêwîst e ku PKKê li Şingalê nemîne û biçe cihê xwe û li wir bergiriyê li mafê rewa yê gelê kurd bike.”Serokê Desteya Navçeyên Kurdistanî yên Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê ragihand: “% 95 ji axa Herêma Kurdistanê ji destê terorîstên DAIŞê hatiye rizgarkirin û niha Hêzên Pêşmerge bi xwîna xwe bergiriyê li wan navçeyan dikin û her cihek ku Hêzên Pêşmerge li wir bin, xelkê deverê hest bi aramiyê dikin û ti metrisî li ser wan tune ye, lewma ez hêvîdar im ku ew cihê di bin destê DAIŞê de mane, ew jî bên rizgarkirin.” 

Back to top button